Malbata Şenyaşar nobeta xwe ya edaletê li ber Edliyeya Rihayê di roja 88'an de dewam dike. Malbatê got, parastina kujeran sûc e: “Li nexweşxaneyê 23 kesên komkujî kirin, hatin tespîtkirin, wan demildest dadgeh bikin.” 

Emîne şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar bi daxwaza “edaletê” ev 88 roj in li ber Edliyeya Rihayê nobetê digirin. Malbat doh jî serê sibê zû çû ber avahiya edliyeyê û dest bi çalakiya xwe kir. 

Malbata Şenyaşar kete nava edliyeyê da ku daxwaznameya ji bo dadgehkirina 23 kesên ji komkujiyê berpirsiyar bide serdozgeriyê. Ev her 23 kes jî hatine tespîtkirin. Malbatê beriya niha jî bi heman armancê gelek daxwazname dabûn dozgeriyê. Malbatê diyar kir ku ew nikarin xwe bigihînin dozgerê li dosyeyê dinêre û ew muxatebekî nabîne. 

Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medya civakî jî bi hashtaga “#ŞenyaşarAilesineAdalet (#JiMalbataŞenyaşarReEdalet)” ev peyam parve kir: “Parastina kesên sûc kirine, astengkirina dadgehkirina wan jî sûc e. Dest ji hevkariya sûc û kirina sûc berdin. 23 kesên li nexweşxaneyê komkujî kirin, hatine tespîtkirin, wan  demildest dadgeh bikin.”

MA/RIHA