‘Komkirina hevdijan’ derket

Nûçeyên Çand/Huner

În 13 Mijdar 2020 - 22:45

Pirtûka ‘Mam Celal: Komkirina hevdijan’ li bajarê Silêmaniyê bi merasîmekê hate danasîn û belavkirin.

Pirtûk li muzexaneya Emnesorekey Niştimanî ya li bajarê Silêmaniyê, bi tevlîbûna gelek berpirsên hikûmetê, malbatên pakrewanên Enfalan, rewşenbîr û mamosteyan hat belavkirin.

Ew pirtûka ji aliyê mamoste Herêm Ebdula ve hatiye amadekirin, lêçûna wê ya çapê jî ji aliyê berpirsê yekîneyên 104’an Îsmaîl Hemîd ve hatiye dayîn.
Ji bo wefadariya ji ruhê pakrewanên rêya azadiyê re, wekî sembola 21 tîrêjên rojê ya Alaya Kurdistanê 21 kesan belavkirina pirtûkê girte ser milê xwe û wan bi vî awayî dest bi belavkirina vê berhemê kir.

SILEMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.