Komîte wê ‘Mafê Hêviyê’ ya têkilî Ocalan nîqaş bike

Pêncşem 5 Îlon 2024 - 02:55

  • Komîteya Wezîran a Konseya Ewrropayê ku ji Tirkiyê xwestibû tavilê mewzûata xwe li gorî biryara DMME’yê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan a têkilî binpêkirina ‘Mafê Hêviyê’’ biguherîne wê di navbeyna 17-19’ê Îlonê de bicive û biryara binpêkirina ‘Mafê Hêviyê’’ nîqaş bike. Heke Komîte bigihije wê qinyatê ku Tirkiyê naxwaze biryarê bi cih bîne dikare mijarê bibe DMME’yê.

ÎBRAHÎM IRMAK / MA / STENBOL

Li gel ku DMME’yê derheqê Rêber Ocalan biryara ‘’Heqê Hêviyê’’ dabû jî Tirkiyê di 10 salan de ti gavek neavêt. Ev 42 meh in ji Rêber Abdullah Ocalan ti agahî nayê standin. Bi hinceta ‘cezayê disîplînê’ hevdîtina li gel malbatê û parêzeran tê astengkirin. Dijî vê agahînegirtina mitleq hemû rêyên hiqûqa nav Tirkiyê hatin ceribandin lê ti encam jê derneketin. Ji bo vê, serlêdan ji bo saziyên navnetewî yên wekî DMME’yê, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, li CPT’yê û NY’yê jî çêbûn.

Komîteya Wezîran ku kontrol dike bê ka biryara DMME’yê hatiye bicihanîn an na piştî 3 salan di navbeyna 17-19’ê Îlonê de wê biryara ‘binpêkirina’ mafê hêviyê nîqaş bike, ku DMME’yê sala 2014’an têkilî cezayê miebetê ya girankirî ya Ocalan dabû, bêyî  ku Ocalan mafê xwe yê berdana bişert hebe.

Mafê Hêviyê çiye?

Gelo çiye ev ‘mafê hêviyê’, ku ji ber şertên heyî yên Rêber Ocalan tê de dijî derketiye pêş. 

 ‘’Mafê hêviyê’’mafekî wiha ye ku li gel cezayê girtîgehê yê temenekî, piştî demekê ji bo ku girtî bikaribe dîsa bikaribe bigihije civakê, derketiye pêş. Rengekî înfazê yê ku mirov dikare pêşbîniya wê bike, dike ku wê hêviya ku mirov dikare dîsa bigihije azadiya xwe, diparêze. 

Li gorî Yasaya Cezayê ya Berê cezayên îdamê yên girankirî di mewzûatê de heta ku girtî bimire, di girtîgehê de dimîne. Lê ‘mafê hêviyê’  mafekî wiha ye ku dibêje piştî demekê mirov divê bikaribe derkeve û bigihije civakê.  

DMME behsa 25 salan dike

Têkilî dema ‘’mafê hêviyê’’ sînorekî teqez tine. DMME di biryara xwe de ya têkilî mijarê dibêje dema wê bi çarçoweya mafê serweriyê welatê endam bixwe diyar dike lê her wiha diyar dike dema wê divê ne wiha dirêj be ku ‘mafê hêviyê’ yê mirov ji holê rabike.

DMME di biryara Vînter/Kraliyeta Yekbûyî de behsa 25 salan dike.

Di yasayên Tirk de ‘Mafê Hêviyê’ tine

Li gorî Xala 16/4 a Qanûna Têkoşîna Dijî Terorê ya bi Hijmara 3713, li gorî Xala 47’an a Qanûna Cezayê ya Tirk a bi hijmara 5237, li gorî Xala 25 û 107/16’an a a Înfaza Tevdîrên Ewlehî û Cezayê ya qanûna 5237’an  ya Tirk bêyî ku navberek were dayin heta mirinê ceza tê kişandin. Jixwe ji ber DMME ji ber pirsgirêkên avanî ya xan xalan biryara binpêkirinê da, di yasayên Tirkiyê de bi ti rengekî ‘mafê hêviyê’ di cezayên wiha de nîne.

DMME’yê Tirkiye mehkûm kir

 DMME’yê di hinek rêzebiryarên xwe yên piştî sala 2000’ê de hinek referansên eşkere yên têkildarî “Mafê hêviyê” da.

Dadgehê li gorî îçtîhada xwe ya di vê mijarê de, diyar kir ku ragirtina girtiyan a heta mirinê ya bêyî “Mafê hêviyê”, binpêkirina xala 3’yemîn a Peymanê ye. DMME’yê bi biryara xwe ya Ocalan-2 a di sala 2014’an de re careke din Tirkiye mehkûm kir. Dadgehê got ku “Cezayê girtinê yê heta mirinê” binpêkirina qedexeya îşkenceyê û “Mafê hêviyê” ye. Di çarçoveya sînorên hiqûqa pozîtîf de jî 4 rêgezên “Mafê hêviyê” diyar dikin eşkere kir û got ku di Hiqûqa Tirk de cihê van rêgezan tune ye. Wateya van 4 rêgezan ew e ku divê mehkûm bizane ku derfeta ku rojekê tehliye bibe heye û neyê tecrîdkirin.

Prosedûr li ber Tirkiyê danî

Di biryarên DMME’yê yên têkildarî koma Gurbanê, gavên Komîteya Wezîran di dema venêrînê de ji bo welatên din avêtî û nirxandinên wê, kêm zêde prosedûra ku divê Tirkiye bi cih bîne radixe ber çavan. Li gorî vê; divê mekanîzmayeke ku cezayê hefsê yê muebbeta girankirî li gorî standartên Peymanê sererast dike bikeve meriyetê û çend rêgezên ku divê esas bêne girtin;

- Piştî mekanîzmayê li ber çavan derbas kir hewceya cezayê behsa xeberê bê sivikkirin, bê daxistin, biryara jiholêrakirinê û berdana bişert were dayin, 

- Ji bo girtî bikare daxwaza ku cezayê wî/wê careke din li ber çavan bê derbaskirin bike, divê demê 25 salan zêdetir nebe.

Xwedêgiravî Plana Çalakiyê da

Tirkiyeyê di sala 2015’an de têkildarî biryara DMME’yê ya Ocalan-2 Tirkiyeyê  de ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re plana çalakiyan şand û îdia kir ku biryar hatiye wergerkirin, ji hemû meqamên darazê re şandiye û biryar bicih aniye. Tevî serlêdanên parêzerên Abdullah Ocalan jî di nava 7 salan de tu pêşketin çênebûn. 

Mewzûatê tavilê sererast bikin

Komîteyê bang li Tirkiyeyê kir ku mewzûata heyî tavilê li gorî biryarê sererast bike, li gel daxwazên şênber û eşkere jî, Tirkiyeyê di cotmeha 2022’yan de plana çalakiyan pêşkeş kir. Hikûmetê bi zimanekî dîplomatîk jê re got ku di vê mijarê de tu planên guhertinê yên Tirkiyeyê nînin. Herî dawî jî Tirkiyeyê bi heman argumanan di tîrmeha 2024’an de plana çalakiyan pêşkeş kir. 

Komîte dikare çi bike?

Heke Komîte bigihije wê encamê ku dewleta Tirk naxwaze biryarê bi cih bîne ji bo biryarê bide bê ka mecbûriyeta dewletê heye ku vê biryarê bicih bîne, dikare meseleyê bibe DMME’yê. Amûreke nû ya ku ji bo sepana biryara vê mekanîzmayê bikeve meriyetê di sala 2010’an de ketibû meriyetê. Ev mekanîzmaye jî tenê heke ji 3 beşên endamên komîteyê 2 beş jî qebûl bikin dikare bikeve meriyetê. Lewma pir kêm caran dikeve meriyetê. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.