Komeleya Wêjekarên Kurd, Kongreya Asayî ya 2’yan li dar xist. Kongre li Şaxê Amedê yê Odeya Yekîtiya Mîmar û Endezyarên Tirk (TMMOB) hat lidarxistin. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Wanê Sînan Çîftyurek, Dayikên Aştiyê, rêveber û endamên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komîsyona Ziman a Baroya Amedê, Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TÛHAD-FED, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) û TJA û gelek nivîskarên Kurd tevlî kongreyê bûn.

Kongre bi axaftina destpêkê ya endamê Komîsyona Ziman a Baroya Amedê Eyup Aydenîz dest pê kir. Paşê rêz ji bo şehîdên têkoşîna aştî û demokrasiyê hat girtin. Piştî rêzgirtinê jî dîwan hat bijartin. 

Hevgerînendeyê Weşana Giştî yê Kovara Destar, Heval Dilbihar di kongreyê de axivî, anî ziman ku wêje parçeyeke jiyanê ye û got, "Wêje, di heman demê de civak û jiyana azad e. Kurdî, ji ber dewlemendiya xwe ev qasî li ser xwe maye. Tevî hemû zextan jî nivîskarên Kurd, têkoşîna xwe didomînin." 

 

Ziman bêyî statû heta îro hat

Hevgerînendeya Weşana Giştî ya Kovara Destar Jîn Aryenê jî got, Kurdan tevî bêstatubûna xwe jî zimanê xwe aniye heta roja îro: "Em dixwazin ev kongreya me bibe bersiv ji bo pêvajoya nû. Kurd, ev sed sal in bi awayekî bêstatu dijîn, lê zimanê me bi saya dewlemendiya xwe hatiye roja îro." Jîn Aryenê wekî din got, "Wêjeya jinê ya kurdî hê nehatiye nivîsandin. Em ê hewl bidin ku dîrokçeya jinên kurd binivîsin."   

Piştî axaftinan rapora xebatê û maliyeyê ya rêveberiya buhirî hat xwendin û ji bo rêveberiya nû deng hat dayîn.

Piştî dengdayînê Rêdûr Dîjle û Fatma Taşli Tûnç bûn hevserokên nû yên Komeleya Wêjekarên Kurd.  

AMED