- Li gorî zanyaran li başûrrojhilatê Gronlandê komeke îzolebûyî ya hirçên qutbê hatiye tesbîtkirin û vê komê adetên xwe yên nêçîrê guherandine.
Li gorî zanyaran li başûrrojhilatê Gronlandê komeke îzolebûyî ya hirçên qutbê hatiye tesbîtkirin û vê komê adetên xwe yên nêçîrê guherandine. Li gorî heman zanyaran ew xwe li veguherîna avhewayê û heliyana qeşaya qutban tînin. Lewma ew ne di behra nav qeşayê de ku bi lez dihele, lê di nav çemên li nava giravê de nêçîrê dikin.
Li gorî hin zanyarên din jî ev kom îzole û piçûk e û ji ber ku avhewa pirr bilez diguhere, ew ê nikaribe nifşên piştî xwe yên hirçên qutbê hînî vî awayê nêçîrê bike. Axir herdu alî jî dibêjin, tenê çavdêriyeke zanistî wê vê meseleyê safî bike.
NAVENDA NÛÇEYAN