Komara dagirker a êrişan
Sêşem 9 Mijdar 2021 - 22:22
- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da zanîn rojane êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da zanîn rojane êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin. HPG’ê li ser êrişên dawî got, “Êvara 4’ê Mijdarê artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer û helîkopterên êrişê, bombe li devera Keşanê ya Heftenînê barandin. Piştre jî dest bi operasyoneke berfereh a ji bo dagirkirinê kir. Ev operasyon 6’ê Mijdarê bi rengekî bêencam bi dawî bû.
5’ê Mijdarê artêşa Tirk a dagirker deverên Werxelê û Dola Konferansê yên herêma Avaşînê bi balafirên şer û çekên giran bombe kir.
5 û 7’ê Mijdarê devera Kanîsarkê ya Garê, devera Kanîbotkî û Gundê Sewrê yên Çemankê bi balafirên şer hatin bombekirin.
7’ê Mijdarê saet di 20:00 de li herêma Xakurkê derdora Çemê Lolanê bi balafirên şer hate bombekirin.
7’ê Mijdarê saet di navbera 22:00-00:30’î de li herêma Zapê devera Qela Bêdewê bi helîkopterên êrişê hate bombekirin.”
ANF/BEHDÎNAN