Koma Rojhilat nobet dewr girt

Pêncşem 14 Îlon 2023 - 00:35

Çalakiya Nobetê ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan tê lidarxistin, di hefteya 586'an de bi koma ji endamên PJAK'ê dewam dike.

'Nobeta Azadiyê' ku 25'ê Hezîrana 2012'an de ji aliyê Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re li bajarê Strasbourgê yê Fransayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan destpê kir, dewam dike.

Çalakiya ku herî demdirêj a Kurdên li Ewrûpayê ye, di hefteya 586'an de bi koma ji Kurdên Rojhilatê Kurdistanê dewam dike. Kom ji Ronak Febevî, Şoreş û Serbest pêk tê.

Ronak Febevî bi navê komê daxuyanî da û bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd nêzî 25 sal in li Îmraliyê dîlgirtî ye û anî ziman ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan 11 sal in gelê Kurd li ber saziyên Ewrûpayê yên li Strasbourgê di nobetê de ye.

Ronak Febevî ji zilma li ser Rêber û gelê Kurd re got 'êdî bes e' û bang li alîgirên demokrasî û azadiyê kir ku dawî li tecrîdê bînin û ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan piştevaniyê bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.