Koma li ber HDP’ê êriş kir
Sêşem 1 Kanûn 2020 - 14:56
Komeke kurtêlxur bi fermana Wezareta Karê Hundir a dewleta Tirk li ber avahiya HDPê ya Amedê hatine danîn. Ev kom bi hinceta ku zarokên wan çûne serê çiya li ber avahiya HDP’ê ya Amedê ne û dixwazin zarokên wan vegerin. Ev kom êrişên xwe yên li dijî welatiyên ku diçin HDP’ê berdewam dike. Koma êrişkar doh êrişî Rêvebera Bajar a HDP’ê Jale Okkan û îro destê sibehê jî êrişî Yilmaz Dede û Fevzî Akdemîr kirin.
Êriş di kontrola polîsan de pêk hat û tê de rêveberên HDP’ê bi giranî birîndar bûn. Koma kurtêlxur pêşî li Yilmaz Dede girtiye û gef lê xwarine û jê re gotine “tu yê derbasî HDP’ê nebî” û piştre êriş kirin kirine û giran birîndar kirine.
Giliyê HDP’iyên ku êriş li wan tê kirin jî nayê qebûlkirin.
MA/AMED