Koma Kevneşopî ya Reqayê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 27 Mijdar 2024 - 00:37

Koma Kevneşopî ya Reqayê di sala 1970’yan de ji aliyê Îsmaîl El Ecêlî ve hatiye damezirandin. Di xebatên xwe de kom bi stranên gelêrî yên bajarê Reqayê ve mijûl dibe, ji ber ku Reqa bi stranên kevneşopî navdar e û berê jî navê komê li Rojhilta Navîn belav bûbû. Komê ji dema damezirandina xwe ve, bala ciwanan kişandibû. Kom beşdarî festîvalên navneteweyî yên li Rojhilata Navîn bûye, wek festîvala Dohayê ya sala 2009’an.

Piştî ku çeteyên DAIŞ`ê di sala 2014’an de Reqa dagir kir, xebatên komê rawestiyan. Di sala 2017’an de Reqa hate rizgarkirin û êdî ev kom jî ji nû ve zindî bû û strana xwe ya yekem li bin Pira Kevn a bajêr, wek destpêkirina wê ya nû, pêşkêş kir. Der barê komê de rêveberê komê Kemal El Mûsa diyar kir ku ji ber rewşa herêmê û hatina çeteyan a li herêmê xebatên komê rawestiyabûn. Kemal El Mûsa destnîşan kir ku piştî rizgarkirina Reqayê, komê dest bi karê bi armanca zîndîkirina stranên kevnar ên gelêrî kir û got:“Me ji bo komkirina endamên komê zehmetiyên mezin kişandin, lê em dawiyê de di roja 8’ê Sibata 2019’an de di bin Pira Kevn a Reqayê de kom bûn da ku em ji nû ve koma xwe ava bikin.” El Mûsa diyar kir ku kom ji nivîskarê stranan û serkêşê komê Ebdulrehîm El Şuweym û 9 endamên jin û mêr pêk tê. El Mûsa destnîşan kir ku xebatên komê ji bo kantona Reqayê girîng in, ji ber ku ew nûneriya kevneşopa kantonê dike û got:"Em pêşiwaziya kesên behremend dikin, wan bi pêş dixin û wan fêrî amûrên muzîkê yên mîna def, zirne û kemanceyê dikin. Em karê xwe di bin sîwana Navenda Çandê ya kantonê de dikin.” El Mûsa destnîşan kir ku kom şagirtên ji hemû temenan bê pere fêr dike û got jin di komê de xwedî roleke sereke ne û bi awayekî çalak beşdarî festîval û çalakiyan dibin.

Kemal El Mûsa diyar kir ku koma wan bi alîkariya Navenda Çandê beşdarî çalakî û festîvalên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye. Koma Kevneşopî di gelek xebatên vê dawiyê de cih girtiye ku ji aliyê Desteya Çand û Hunerê û Tevgera Mezopotamya ya Çanda Demokratîk ve hatine kirin.

ANHA/MIHEMED XELÎL/REQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.