Koma Holandayê nobet dewr girt

Nûçeyên Dîaspora

În 1 Kanûn 2023 - 16:03

Çalakiya nobetê ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li bajarê Strasbourgê yê Fransayê tê lidarxistin, bi koma ji Holandayê dewam dike. Dr. Azad Badîkî, Nazîr Aranacak û Cemîl Urek ên ji Den Haagê hatin, çalakiya nobetê di hefteya 597'an de dewr girtin. Azad Badîkî li ser armanca çalakiyê daxuyanî da û anî ziman ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya Kurdan hemûyan e.

Badîkî diyar kir ku 12 sal in gelê Kurd qadên li Ewropayê vala nahêle, daxwazên xwe yên mafdar tînin ziman û got:"Em careke din bang li Konseya Ewropayê dikin. Em dibêjin dest ji vê komploya qirêj berdin û li xwe vegerin."

Badîkî bang li Kurdan kir ku di çalakiyên ji bo azadiya Ocalan de li refên herî pêş bin û got:"Ji ber ku azadiya wî wê ne tenê azadiya gelê Kurd be. Wê ji bo jiyaneke azad û mirovane ya gelên cîhanê bibe wesîle."

ANF/STRASBOURG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.