Çalakiya greva birçîbûnê ya li Wargeha Mexmûrê li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan hatî destpêkirin, bi koma 14’an bi biryardarî dewam dike. Di merasîma dewirgirtinê de doh Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn jî hate bibîranîn.

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Meclîsa Îştar ji bo piştgirîdayîna pêngava KCK’ê û berxwedana zindanan, di roja xwe ya 28’an de ye. Doh Koma 14’an grev dewr girt.

Beriya merasîmê li ser têkoşîn û jiyana Kasim Engîn sînevîzyonek hate nîşandan.

Piştî sînevîzyonê li ser navê koma 13’an, Devrîm Kara peyamek xwend û got, “Girtiyên azadiyê bi mîrasa Mazlum Dogan û Kemal Pîr’an ev 48 roj in (îro 49 roj in) di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Me jî di çarçoveya pêngava KCK’ê de ji bo Rêbertî êdî bi fîzîkî azad be, çalakiya greva birçîbûnê daye destpêkirin. Desthilatdariya AKP û MHP’ê bi hemû hêza xwe ve êrîşê destkeftî û nirxên me dike. Rêya tekane ya hilweşandina vê faşîzmê û azadkirina Rêber Apo, xurtkirina berxwedanê ye. Êdî dem dema azadiya Rêber Apo ye.”

ROJNEWS/MEXMÛR