Kolnê got: Frihet für Ocalan

Duşem 19 Sibat 2024 - 00:13

  • Li bajarê Kolnê yê Elmanyayê bi tevlêbûna girseyeke bi heybet ji bo azadiya Rêber Ocalan û ji pirsa Kurd re çareseriya siyasî meş û mîtîngeke mezin hate lidarxistin. KCK’ê piştî meş û mîtînga li Kolnê peyamek pîrozbahiyê  weşand.’ KCK’ê meş pîroz kir û got,’’bi mîtînga 17'ê Sibata 2024'an re kampanya girseyî bû û gihîşt qonaxeke nû.’’

Li bajarê Koln ê Elmanyayê, bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê û di çarçoveya Pêngava “Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsa Kurd re çareseriya siyasî” ku di 10’ê Cotmehê de li cîhanê hate destpêkirin, meş û mîtînga fînalê hate lidarxistin. 

Li bajarê Kolnê girseyeke bi heybet ku ji bajarên Elmanya, welatên Ewropî û welatên din hatibûn li hev civiyan û bi kortejên ku ava kirin li ser pira Severînsbruckeyê ya li ser Çemê Renê meşiyan.

Komên enternasyonalîst

Komên enternasyonalîst bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beşdarî meşê bûn û girse pankartên azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan li ser rêya meşê hildan.

Komên enternasyonalîst ên ji 7 welatên cuda beşdarî meşê bûn û tecrîda li ser Abdullah Ocalan gelek caran hate protestokirin.

Tevlîbûna xurt a ciwanan a meşa ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bal kişand. Ji sala 1999’an û vir ve yek ji çalakiyên ku beşdariya ciwanan li Elmanyayê herî zêde ye tên lidarxistin.

Coş û tevlîbûna zêde ya meşê bal kişand û nêzîkatiyên provokatîf ên polîsên Elman ên li hemberî komên enternasyonalîst rastî berteka girseyê hat.

Dema bi deh hezaran kes ji ser pira Severinsbruckeyê ya di ser Çemê Ren re derbas dibûn, hejandina pirê bû sedema panîkê.

Posterên Rêber Ocalan hatin rakirin

Çalakvan dema li kolanên Kolnê bi wêneyên Abdullah Ocalan dimeşiyan, dema ji pira Siegburger str gihêştin Deutzer Bruckeyê, qada mîtîngê ya Sîegburger str Deurzer Wer tije kirin.

Piştevaniya dostên Kurd hêja ye

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê piştî mîtînga li Kolnê peyama pîrozbahiyê şand. Dİ peyamê de hate gotin,’’Di çarçoveya kampanya azadiyê de ku bi dirûşma 'Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' di 17'ê Sibata 2024'an de li bajarê Kolnê meş û mîtîngeke mezin hate lidarxistin. Bi banga rêxistinên Kurdistanî yên li Ewropayê û dostên gelê Kurd, bi deh hezaran kes ber bi qada mîtîngê ve meşiyan û bi beşdariya bi sed hezaran kesî jî mîtîngeke gelekî bi heybet hate lidarxistin. Em vê mîtînga bi heybet û bi wate silav dikin, gelê xwe yê welatparêz ê tevlî mîtîngê bûye û her kesên ku ked dane ji dil pîroz dikin. Dost, jin, ciwanên enternasyonal ên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bi berpirsyarî radibin, pêşengiyê ji kampanya azadiyê re dikin hemûyan her wiha pîroz dikin, hewldanên wan silav dikin, silav û hurmetên xwe pêşkêş dikin. Ew helwesteke gelekî girîng, gelekî bi wate nîşan didin. Gelê Kurd hewldan û helwesta wan a piştevaniyê gelekî hêja dibîne.’’

Kampanya derbasî qonaxeke nû bûye

KCK’ê bi berdewamî diyar  kir kampanyaya azadiyê derbasî qonaxeke nû bûye û ev jî weke qonaxa ‘girseyîbûnê’ê pênase kir.

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha got: ‘’Bi meş û mîtînga mezin a Kolnê re kampanya azadiyê gihîşt bi sed hezaran kesî û bi vî rengî derbasî qonaxeke nû bû. Ev qonax jî girseyîbûna kampanya azadiyê ye. Kampanya azadiyê ya ku dostên gelê Kurd di 10'ê Cotmeha 2023'an de dan destpêkirin û pêşengiyê jê re dikin, bi mîtînga 17'ê Sibata 2024'an re girseyî bû û gihîşt qonaxeke nû. Em di wê baweriyê de ne ku ji niha û pê ve kampanya azadiyê wê li her derê, li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat bi beşdariya bi milyonan mirovî hîn girseyî bibe. Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe, dostan, jinan, ciwanan, her kesên li azadî û demokrasiyê digerin dikin ku karê xwe hîn mezin bikin, di çarçoveya kampanyaya azadiyê de li her derê xwe bigihînin bi milyonan mirovî û kampanya azadiyê bi ser bixînin."

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê her wiha peyamek ji bo mîtîngê şandibû û ev Peyama KCK’ê li mîtîngê hate xwendin.

KCK: Bila YE û Elmanya dengê Rêber Apo bibihîsin

Di peyamê de ya ku ji bo mîtîngê hatibû şandin û li mîtîngê hatî xwendin KCK’ê bang li Elmanya û Yekîtiya Ewropayê kir û got,’’Ev mîtîng li Elmanya ye, li navenda Ewropa ye. Bi vê munasebetê di serî de Elmaya û Yekîtiya Ewropa em bang li hemû hêzên cihanî dikin ku dengê gelê Kurd, dengê dostên Serok Apo bibihîsîn, hevkariya dewleta Tirk nekin û li hember vê bê dadiyê derkevin. Her wiha rola Serok Apo ya di aştî û aramiyê de bibînin û di mesela Kurdî de alîgirê çareseriyê bin.’’

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.