Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistan (KODAR) derbarê aloziya 7’ê Tebaxê ya li bajarê Neqedê de ku di encamê de 2 Kurdan jiyana xwe ji dest dabû, daxuyaniyeke nivîskî da. KODAR’ê got; “Hewldanên niha yên rejîma Îranê hemû, bi her şêwazî ew e ku biratiyê têk bide. Lewma em bang li tevahiya aliyên zana û hişyar ên gelên Kurd û Azerî dikin da ku destûrê nedin rejîma faşîst ku bi destwerdanên xwe yên zalimane, vê biratiya qehîm têk bide.”

7’ê Tebaxê li Neqedê, kesekî Azerî bi kêrê êriş bir ser ciwanên Kurd, ciwanek qetil kir û bi destwerdana hêzên rejîma Îranê ciwanekî din ê Kurd hate kuştin.

KODAR’ê destnîşan kir ku piştî ciwanê Kurd jiyana xwe ji dest da û girseyek ji Kurdên wê derê ji bo nerazîbûnê nîşan bidin, kom bûn, polêsan keysbazî kir hewl dan weke nakokiya di navbera Kurd û Azeriyan nîşan bidin.

KODAR´ê îşaret bi çavkaniya bûyerê û metirsiyên wê jî kir, “Gelên Kurd û Azerî bindest in û di demekê de ku di hewldana bidest xistina daxwaz, maf û azadiyên xwe de ne, teqez bûyerên trajîk ên civakî zêdetir bingehê serkutkirinê ji bo rejîmê ava dike.

Avakirina pêşerojeke azad û demokratîk di civakekî pirnetew mîna Îran û Rojhilatê Kurdistanê de tenê bi biratiya gelan ve pêkan e. Hemû hewldanên niha yên rejîma Îranê ew e ku bi her şêwazî vê biratiyê têk bide. Lewma em bang li hemû derdorên zana û hişyar ên gelên Kurd û Azerî dikin ku destûr nedin rejîma faşîst ku bi destwerdanên xwe yên zalimane vê biratiya qehîm têk bibe."

SINE