Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) li ser girtin û xistina nezaretê ya çalakvan û welatiyan li Îranê, daxuyaniyek nivîskî belav kir.

KODAR’ê got, êriş li ser gelên Îranê hemûyan e. KODAR’ê diyar kir ku rejîma Îranê bi vê pêngava xwe dixwaze kolanan ji hêza pêşeng ya gel vala bike û ewlekariya gel ji holê rake.

KODAR´ê li ser helwêsta rejîma Îranê got, “hebûna civakê weke metirsî dibîne”. Bi ya KODAR´ê rejîma dagirker a Îranê, “tenê bi zimanê şer û gefan dizane”. KODAR´ê girtin û xistina nezaretê ya çalakvanan weke “komkujiyeke siyasî” bi nav kir û got, “Divê hemû hizb û aliyên siyasî bizanin ku ev êriş ne tenê li dijî hêz, enî û aliyekî taybet in, êriş dijî civakê hemûyî ne. Ji bo vê, pêwîst e alî hemû dijî vê yekê xwedî helwêst bin.

Em weke KODAR êrişan şermezar dikin, bang li partî û rêxistinên civaka sivîl, çalakvanên mafê mirovan, rewşenbîr û azadîxwazan hemûyan dikin, li dijî qirkirina siyasî xwedî helwêst bin. Yek bin û li hemberî zextên dewleta Îranê dengê xwe derxin. Derfeta terorkirina têkoşîna demokratîk ya gelên Îranê, bi taybet jî ya gelê Kurd nedin vê dewletê û civakê bê parastin nehêlin.” 

NAVENDA NÛÇEYAN