Bêçek kirin tasfiyekirin e

Pêncşem 8 Hezîran 2023 - 14:10

  • Gulan Fehîm: Em siyaseta bêçekirinê weke siyaseta bêparastin hiştina Kurdan dibînin. Li dijî van hewldanan jî pêwîstî bi yekrêziya Kurd û bilindkirina têkoşîneke xwe dispêre hêza xwe ya cewherî heye.

Hevseroka Komelgeha Demokratîk û Azad a Kurdistanê (KODAR) Gulan Fehîm têkildarî lihevkirina dewleta Iraq û Îranê ya ji bo bêçekkirina hizbên Rojhilatê Kurdistanê û bi giştî jî pîlanên li pişt siyaseta bêçekkirina Kurdan ji Rojnewsê re axivî.

Gulan Fehîm li ser mijarê got, “Dewleta Tirk li ser esasê tesfiyekirina gelê Kurd, her hewl dide welatên herêmê li gel xwe bigire û li dijî têkoşîna azadiya Kurd bide şerkirin. Bi bahaneya şerê dijî PKK’ê êrişê parçeyên Kurdistanê kiriye û li her derê êrişan dike. Li ku derê tengav bû, bi rêya dewletên din êrişê Tevgera Apoyî kir. Dewleta Tirk herî zêde li ser dewleta Îranê kar kir û hewl da li dijî gelê Kurd bêxe nava şerekî yekser. Heta beriya xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji ber nakokiyên navbera herdu aliyan, ew ferzkirinên dewleta Tirk pêk nedihatin. Lê piştî xwepêşanandan û rewşa xirab a Îranê, wisa xuya ye ku hinek lihevkirin di navbera herdu dewletan de çêbûne.”

Gulan Fehîm hewldanên bêçekkirinê weke hewldana tesfiyekirina hêzên Kurd bi nav kir û got, “Dixwazin hemû hêzên Kurd bêçek bikin, di kampekê de kom bikin û marjînal bikin. Li aliyekî bêçekkirin li aliyekî jî girtina sînoran xistine rojevê. Heger ev daxwaza Îranê jî be, lê ya esas daxwaza dijminê hevbeş ê gelê Kurd, dewleta Tirk e. Em dizanin dewleta Tirk di vê mijarê de hem zextê li Îranê dike, hem jî zextê li Iraqê dike.

Kurdan bêparastin dihêlin

Me sed saliya Hevpeymana Lozanê li pey xwe hişt û em ketin sedsaliyeke nû. Di nava sed salên derbas bûyî de, hêzên dagirkerên Kurdistanê êşek nema ku bi gelê Kurd nedan kişandin. Di vê sedsala nû de jê tenê polîtîkaya qirkirin û tesfiyekirinê layiqê gelê Kurd dibînin. Niha li seranserê Kurdistanê li ser esasê vê polîtîkayê êriş tên kirin. Di rewşeke wiha de daxwaza bêçekkirina tevgerên Kurd tê kirin.”

Xweparastin hebûn e

Gulan Fehîm li ser girîngiya parastin û xweparastina bi çekê jî got, “Kurdistan hatiye parçekirin û rojane axa Kurdistanê tê dagirkirin. Bi hewldanên dagirkirinê re dixwazin gelê Kurd bê nasname, çand û exlaq bihêlin. Gelê Kurd her ji bo hebûna xwe têkoşiyaye. Bi felseya Rêber Apo gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bi xwe hisiya, êdî siyaseta qirkirinê qebûl nake. Bê parastin hiştin, tinebûn û teslîm bûn e. Li ser vî esasî hêza ku bi çek be, dikare siyasetê bike û maf û hebûna xwe biparêze. Ji bo gelê Kurd jî biçekbûn parastina hebûn û mafêb xwe ye.”

Tekoşîna hevpar pêwîst e

Hevseroka KODAR’ê Gulan Fehîm li ser helwestên hêzên Kurdî jî got, “Girîng e ku rêxistinên gelê Kurd, gel hemûyî bi rêxistin bikin û bigihînin wê astê ku bikare şer bike. Rêber Apo got; ‘Ev êrişên qirkirinê bi pêşxistina Şerê Gelê Şoreşgerî dikarin werin bêbandorkirin.’ Pêwîst e gel li ser vî esasî were birêxistinkirin da ku gel jî karibe bi her awayî xwe biparêze. Ji bo bê bandorkirin û jinavbirina wan êrişan di serî de tevger û pêşengên gel pêwîst e di nava hevkariyekê de kar û xebatê bimeşînin. Pêwîstî bi têkoşînek hevbeş heye. Dibe ku di hêla îdeolojîk de cudahî hebin, lê di gelek xalên hevbeş de dikare bikeve di bin berjewendiya gelê me de.”

Hêza cewherî pirr girîng e

Gulan Fehîm bal bire ser pozîsyona partiyên Rojhilat ên li nava kampên herêma Kurdistanê û got, “Dema hêzek kete nava kampan, ew hêz nikare bibe vîna şerkirinê. Li cihê ku ew derheqê xwe de biryarê bigirin; wê hêzên ku wan partiyan xwe sipartiyê, derheqê wan de biryarê bidin. Niha jî wiha dibe. Dewleta Îranê zext li hikûmeta Iraqê dike û hikûmeta Iraqê jî zextê li ser tevgerên Rojhilatî dike. Ji ber vê, gava dewleta Îranê dibêje, pêwîst e tevgerên Rojhilatî bêçek bibin û li kampan rûnin, tevgerên Rojhilatî jî dibêjin, em bê çek in. Li gel vê jî dema kampên wan dikin hedef. Bi mebesta vala bikin û berê wan bidin Ewrûpayê, vê dikin. Di heman demê de gelek hêz hene ku naxwazin yekitiya gelê Kurd çêbe û bi taybetî vê yekê jî bi destê PDK’ê dikin ku her rêxistinên Kurd parçe bimînin û nebin hêza têkoşînê. Girîng e Kurd pişta xwe bi hêza xwe ya cewherî xurt û germ bikin. Meşandina siyaseteke di çarçoveya berjewendiyên gel de wê bihêzbûnê bi xwe re bîne.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.