- Hevseroka KODAR´ê Gulan Fehîm: Bûyerên niha yên li Kurdistanê yekîtiyê ferz dikin. Divê ji bo çarenûsa gelê Kurd ji bo yekîtî û yekgirêziya neteweyî gavên mezin werin avêtin. Em berpirsyariya xwe ya ji bo yekîtiya neteweyî bigihînin encamê.
Şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) serdana, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û KODAR’ê kir. Di hevdîtinê de qala yekîtiya neteweyî, pêşîlêgirtina destkeftî û berjewendiyên gelê Kurd û nehiştina nakokiyên niha li Başûrê Kurdistanê hene kirin.
Şandeya KNK´ê doh li warên azad li gel Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) civiya.
Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremûs û endamên KNK’ê, Asya Abdulalh, Dr. Şêrko Heme Emîn, Zeyneb û Hevseroka KODAR´ê Gulan Fehîm û endamên Meclîda PJAK´ê Nujîn Bêrîtan, Amed Şaho û Endamê Komîtieya Dîplomasiya PJAK’ê Rohat Şahin amade bûn.
Dewleta Tirk êrişî çar parçeyan dike
KODAR û PJAK’ê piştgirî da hewldanên KNK’ê yên ji bo pêşîgirtina li şerê navxweyî û nehiştina nakokiyên niha yên li Başûrê Kurdistanê. Hevseroka KODAR’ê Gulan Fehîm got, "Pêwîst e gelê Kurd bi yekrêzî li dijî dijmin û êrişan têbikoşe. Dijminên gelê Kurd di nava hewldanan de ne ku rê li pêşiya gihîştina nasname, statu û armancên demokratîk bigire. Li Bakurê Kurdistanê pêngava berfireh a girtina çalakvanên siyasî û sivîl heye, dagirkirin û êrişên dewleta Tirk a faşîst ên li dijî Başûrê Kurdistanê û ji aliyê dagirkeran ve dorgirtina li Rojavayê Kurdistanê û ew têkoşîn û şahadetên li Rojhilatê Kurdistanê, encamên vê rastiyê ne.”
Rewş yekîtiyê ferz dike
Gulan Fehîm bal bire ser girîngiya yekîtiya neteweyî û wiha dewam kir: "Bûyerên niha yên li Kurdistanê yekîtiyê ferz dikin. Divê ji bo çarenûsa gelê Kurd ji bo yekîtî û yekgirêziya neteweyî gavên mezin werin avêtin. Divê em berpirsyariya xwe ya ji bo yekîtiya neteweyî bigihînin encamê. Em rola KNK’ê ya ji bo rewşa dîrokî ya ji bo yekîtiya neteweyî xwedî tesîra çarenûssaz dibînin. Ji derveyî vê jî em weke tevgereke Apoyî ji bo erka xwe pêk bînin, amade ne.”
Hevseroka KODAR’ê, Gulan Fehîm têkildarî aloziya li Başûrê Kurdistanê jî got, "Ji bo pêşîgirtina li şerê navxweyî yê di navbera Kurdan de, amade ne erk û berpirsyariya xwe ya ji bo yekîtiya neteweyî pêk bînin. Divê ji niha û şûn ve welatiyên Kurd yek bi yek bi rola xwe ya ji bo çarenûsa gelê Kurd rabin."
Dijmin aloziya xwe vedişêre
Kurdan berdide hev
Di hevdîtinê de şandeya KNK’ê ev helwêsta ji bo yekîtiya neteweyî û kêmkirina aloziyê girîng dît. Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremûs got, "Peywendiya vê hevdîtinê bi dahatû û çarenûsa gelê Kurd re heye. Dijminên gelê Kurd di vê qonaxê de li pêşiya dermanê xwe dibin asteng û ji bo veşartina krîzên xwe, dixwazin dubendî û aloziyê di nava Kurdan de çêbikin.”
Qeremûs li ser meseleyê wiha peyivî: "Aloziya niha, destketî û berjewendiyên gelê Kurd dixe tehlûkeyê. Bi ihtîmala her şerî de ew ê bibe sedema ji destdana destketiyên gelê Kurd. Diyalog û guftûgoya di navbera aliyan de çareserî ye. Li Başûrê Kurdistanê gelê me di vê qonaxê de aloziyê qebûl nake. Li hemberî wê nerazîbûn nîşan daye. Ji ber ku hêviya Kurdan bi vê yekê heye ku aloziya niha wê bi dawî were. Em hêvîdar in di hevdîtinên me yên li gel hizbên Kurdistanî de bersiveke pozîtîv û baş ji bo pêşîgirtina li şerê navxweyî bigirin."
ROJNEWS/SILÊMANÎ