- KODAR´ê got, “Zagros û Kurdistan ji metirsiyên di encama sîstema kapîtalîzmê de li ser jîngeha cîhanê çêdibe, ne bêpar e.
Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) di salvegera 4´an a şehadeta 4 jîngehparêzên Merîwanê de bi bîr anîn û bang li welatiyên Rojhilatê Kurdistanê kir da ku rêbaza şehîdên jîngehê dewam bikin.
Di 25’ê Tebaxa 2018’an de çalakvanê Mafê Mirovan û Jîngehparêzê navdar yê Rojhilat û Îranê Şerîf Bacwer, Jîngeparêz Omêd Hisênzade, Rehmet Hekîm Niya û Mihemed Bejûhî dema agirê daristanên Merîwanê divemirandin, jiyana xwe ji dest dabûn.
KODAR´ê got, “Zagros û Kurdistan ji metirsiyên di encama sîstema kapîtalîzmê de li ser jîngeha cîhanê çêdibe, ne bêpar e. Heta ji ber dijminên dagirker erka jîngehparêzên Kurdistanê girantir e. Ji aliyê KODAR’ê ve ji bo bibîranîna şehîdên jîngehê, roja 25’ê Tebaxê weke roja şehîdên jîngehê hatiye diyarkirin. Bi vê boneyê em Şehîd Şerîf Bacwer û hevalên wî bi bîr tînin.”
Erka exlaqî ya her kesî ye
KODAR’ê got, heger îro pêşî li metirsiyên li ser jîngehê û talankirina jîngehê neyê girtin wê sibe dereng be:
“Zagrosa nîştiman ji vê rewşa pirr krîz a cîhanê ne bêpar e. Ji ber dagirkeriya dijmin û pîlanên ji bo talankirina çavkanî û tinekirina jîngeha Zagrosê, erka her Kurdî ya ji bo parastina vê jîngehê, girantir bûye. Hebûna jîngeha Zagrosê mîna hebûna gelê Kurd ketiye metirsiyê.
Şehîd Şerîf Becwer û hevalên wî di dema vemirandina agirê bi daristanên Merîwanê ketî de, bi gumaneke bi hêz di encama planeke dijmin de şehîd bûn. Erka mirovî û exlaqî ya her yek ji me ye ku jîngeha xwe biparêzin.”
NAVENDA NÛÇEYAN