Hevserokê Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Fûat Bêrîtan bal bire ser projeya KODAR’ê ya ji bo demokratîkkirina sîstema Îranê û got, “KODAR ji bo tevahiya Îraneke demokratîk, mînakek herî baş û guncav e. KODAR ji bo hemû aliyên siyasî û civakî ya sîstemeke demokratîk a gelan pirralî û cihêreng e. Hemû bawerî, ol sîstem û pêkhate di nava proje û sîstema KODAR’ê de cihê xwe digirin. Ew ne partiyeke ew avaniyeke welê ye ku dikare pirrengiya Îranê ya olî û neteweyî ya gelan û dîsa birêvebirina civakî û welat a demokratîkbûnê de cihekî girîng bigire. Çêkereke welê ya demokratîk e ku cih dide hemû gel, bawerî-ol, jin, ciwan, rêxistin, partî û hemû rêxistinên civakî."

Sîwana her kesê ye

Fûat Bêrîtan got, sîstema herî baş û ji bo guherîna Îranê herî demokratîk, KODAR e: "Sîstemeke welê ye ku her kes dikare bikeve bin sîwana wê, bêyî ku azadiya wê/î ya takekesî bikeve tehlûkeyê. Ji ber ku KODAR sîstema gel e, ji bo wê yekan e rê ye. Her rêxistin, partî, sendîkayên sivîl dikare modela KODAR’ê ji bo Îranê bi kar bîne.”

Hebûna jinê jiyanî ye

Bêrîtan li ser rol û rista jinê ya di şoreşa li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de jî got, “Îraneke nû û demokratîk encex bi azadiya jinê pêkan e. Her nihêrîna din, dubarebûna sîstema berê ya hikûmî ya bê kêr e. Hebûna jinê ya li gel mêr, prensîba bingehîn a civakê ye. Hebûna jinan, şoreş e. Bêyî jinan, şoreş bê wate ye. Hebûna jinê ya li nava şoreşê jiyanî ye. Lewra divê partî, rêxistin, kom, platforma ku cih nede jinê, bê rexnekirin.”

Ji her pêngavê re amade ye

Hevserokê KODAR’ê Fûat Bêrîtan têkildarî nîqaşa li ser yekîtiya netewe û gelan a li Îranê jî got, "Azadiya gelên Îranê û Rojhilata Navîn bi hev ve girêdayî ye. Netewebûn stûnên hebûna hev in, azadiya wan bi hev re ye; ji bo pêşiya cihêkarî û şerê wêranker bê girtin, yekane rê ev e. Ji derveyî vê, her îdîayek vala û dij mirovî ye, dijî civakê ye. Şoreşa ‘Jin jiyan azadî’ hêza tifaqeke bi vî rengî bi xurtî îsbat kir. Rê nîşanî me da, êdî erka me ew e ku em vê yekîtiyê bibînin, ev yek nebe bi ser nakevin.” 

Bêrîtan bal bire ser yekîtiya partiyên Kurdistanî ya di vê qonaxê de û got, “Kombûna li hev a partiyên Kurdistanî pirr girîng e. Nabe ku em hebûna gelê xwe tenê bi hebûna partiyan re sînordar bikin. Bi qasî partiyan, rêxistinên civaka sivîl, mafê mirovan, derdorparêz û sendîkayên karkeran jî girîng e. Em weke KODAR ku sêwana hemû partî û rêxistinên civaka sivîl in ji her pêngava demokratîk û pratîk re amade ne. Bi yekîtî, hevhatin û hevxemiya hemû partî û rêxistinan dikarin gavên xurtir ber bi azadiyê ve bên avêtin."

ANF/ZANA QENDÎL