Koçber ajotin nava mayînan

Yekşem 11 Cotmeh 2020 - 16:00

  • 5'ê Cotmehê gava 10 koçber ji bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûrî berê xwe didin navçeya Qoser a Mêrdînê, cendirme çav bi wan dikevin.

5'ê Cotmehê gava 10 koçber ji bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûrî berê xwe didin navçeya Qoser a Mêrdînê, cendirme çav bi wan dikevin. Li gor tê gotin; cendirme ji wan 6'an digire, yek jê sînnor derbas dike û her 3'yên din jî li devera bitêl a sînor dimînin. Cendirme lembeya destan dide destê koçberekî û jê dixwaze li her sê penaberên din bigere û bi darê zorê berê wî didin devera bi mayîn. Gava cendirme berî wî didin devera bi mayîn çekê li derdora nigê wî diteqînin da bimeşe. Ji ber vê penaber jî bi çarpîka diçe devera bi mayîn. Gava cendirme çekê diteqînin her sê koçberên din direvin û pêl mayînan dikin. Di teqînê de 4 koçber dimirin. Gava koeçberên din ji bo xizmên xwe dikin feryad û fîxan, cendirme li wan didin. 
Cenazeyê koçberan ji devera bi mayîn hatin rakirin û wan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê. 5 koçberên din tî û birçî 3 rojan li Qereqola Cendirmeyan a Qoserê radigirin.
Piştî bûyerê ji koçberan A.J. yê 16 salî li cem dozger îfade da û qala tevahî serhatiya xwe kir û got, ez dikarim eskerê ev bi wan kiriye teşxîs bike. A.J. li morgê meytê birê xwe jî teşxîs dike.

MA/MÊRDÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.