Êşkence adeta dijmin e

Sêşem 26 Îlon 2023 - 16:21

Me li ber mala xwe şîn danîbû, lê nehiştin. Gulle berdan mala Edlê Samûr a 63 salî: me û paşê qalikên fîşekan kom kirin. Di salekê de 3 caran avêtin ser mala me û her derî serobino kiribûn. Ez gilîdar im. Bê delîl ez 7 mehan di girtîgehê de hiştim. Êdî bila dest ji me berdin.

 

EMRÛLLAH ACAR / MA / RIHA

Di 24'ê sibata 2023’an de li mezrika Karacûrûn a gundê Mishecerkê yê navçeya Pirsûs a Rihayê, di navbera gerîlayên azadiyê û leşkerên Tirk de şer qewimî. Piştî şer li vê deverê 7 kes hatin binçavkirin. Di tevgera binçavkirinê ya di 2'yê adarê de êşkenceyeke giran Mehmet Samûr û hevjîna wî Adle Samûr hat kirin hatin girtin.Adle Samûr a 63 salî di 23'yê îlona 2023'an de, di rûniştina ewil a li 5'emîn Dadgeha Cezayên a Rihayê de hat berdan û behsa êşkenceya lê hatiye kirin kir. 
Samûrê anî ziman ku di 2'yê Adarê saet di 5'ê sibehê de leşkerên bi rûpoş avêtine ser mala wan û got: "Bi çekên lûledirêj ketin hundir û em serdevkî li erdê dirêj kirin. Nehiştin ez avê jî vexwim. Li îskana di destê min de xistin û av rijandin." 

 

Bi şîşên hesinî li min xistin

Samûrê diyar kir ku leşkeran ew xistiye odeyekê û dest bi êşkenceyê kirine û got:"Ez xistim odeyekê û serdevkî dirêj kirin. Paşê bi şîşên hesinî li min xistin. Li lingê min ê bi platîn xistin. Ên li min dixistin digotin, 'em ê te bikujin.' Min jî ji wan re digot 'min bikujin.' Bi feleqeyê li min xistin, heya bin lingê min werimîn. Keyayê gund û azayê wî hatibûn. Wan jî bi çavê xwe dît, lê tiştek negotin. Êşkence li derve jî domand. Hevjînê min Mehmet Samûr jî êşkence kiribûn. Li eniya wî birîneke kûr hebû. Ber çavên wî mor bûbûn. Min hewl da biaxivim, lê nehiştin. Hevjînê min birin xistin wesayîtekê. Çek xistin serê keça min, hin agahî dixwestin. Gotin, 'ger tu nebêjî em ê te bikujin.' Lê haya keça min ji tu tiştî tune bû." 
 

Lêgerîna tazî lê kirin

Samûrê diyar kir ku paşê wê li wesayîteke zirxî kirine û birine Midûriyeta Polêsan a Rihayê û got ku jê xwestine ku wêneyê kesên ew wan nas nake teşxîs bike. Samûrê anî ziman ku li midûriyeta polîsan bi êşkenceyê gef lê hatine xwarin û got: "Gava min got ez wan nas nakim, ji min re gotin 'derewan neke.' Ji ber ku parêzerên me hatin, em birin qata jorê. Îşkence bi vî awayî bi dawî bû. Min nikaribû hefteyekê nigê xwe deyne erdê." Samûrê anî ziman ku li nezaretxaneyê û li têketina girtîgehê lêgerîna tazî lê kirine. Samûrê destnîşan kir ku ji ber ku keçeke wê û 2 kurên wê tevlî PKK'ê bûne hedef hatine girtin û got:"Di sala 2018'an de, di şîna kurê min Baran de avêtibûn ser mala me û hevjînê min û gelek kes hatibûn binçavkirin. Me li ber mala xwe şîn danîbû, lê nehiştin. Gulle berdan mala me û paşê qalikên fîşekan kom kirin. Di salekê de 3 caran avêtin ser mala me û her derî serobino kiribûn. Ez gilîdar im. Bê delîl ez 7 mehan di girtîgehê de hiştim. Êdî bila dest ji me berdin." 

 

Nikarin me bitirsînin

Fadil Samûr ê 48 salî ku piştî dê û bavên wî hatin girtin ji Edeneyê vegeriya gund û li erd û heywanên dê û bavên xwe mêze kir, diyar kir ku beriya rûniştina dê û bavên wî bi du rojan leşkeran nîvê şevê avêtiye ser mala wan û gotine "giliyê we hatiye kirin’’ û got: "A rast ji ber rûniştin nêz bûbû, avêtin ser malê. Ji bo delîlan çêbikin. Ji me re gotin, derdor ji ber qelebalixiya we nerihet dibe. Lê halbûkî mala me gelekî dûrî gund e, cîranên me tune ne. Em biqîrin jî dengê me nagihîje kesî. Tew wê rojê zarokên min di xew de bûn û ez û hevjîna xwe jî li ber xewê bûn. Ji min re gotin, 'me dê û bavên te girtin, baqil be yan na em ê te jî bigirin.' Min jî got, ger sûcekî min hebe bigirin. Dixwazin bi çewisandinên wiha me çavtirsandî bikin û derûniya me xirab bikin. Dixwazin em koç bikin. Lê em ê koç nekin. Bê delîl diya min 7 mehan di girtîgehê de ma û bavê min hê jî girtiye. Ez dixwazim rojek berî rojekê bavê min bê berdan." 
 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.