Serdanên şandeya KNK’ê yên ji bo partî û hizbên siyasî yên Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Şandeya KNK’ê bi serokatiya Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremus li navçeya Koye a ser bi Hewlêrê serdana Hizba Demokrat a Kurdistanê (HDK) kir.

Piştî civîna her dû aliyan, Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremus ji Rojnews re axivî û da zanîn ku serdanên wan yên ji bo partiyên Başûr, li ser aloziyên dawî yên di nava aliyên siyasî de ye. Qeremus got, li ser vî bingehî wana îro serdana Hizba Demokrata Kurdistanê kirine û serdanek berhemdar bû.

Şandeya KNK’ê piştî serdana xwe ya ji bo Hizba Demokrata Kurdistanê, bi qeymeqamê Koye Yusif Hesen re civiya. Qeymeqamê Koyeyê Hesen da zanîn ku ew ji bo hemû alîkariyên pêşxistina pirsa netewî amade ye.
Civîn û serdanên Kongreya Netewa Kurdistan (KNK) li Başûrê Kurdistanê bi partî, hizb, sazî, rewşenbîr û rusipiyên herêmê re dewam dike.

ROJNEWS/KOYE