Komîteya Hevbeş ya KNK’ê û KPU’yê li ser pêşxistina diyaloga hevbeş ya di nava partî, partiyên siyasî, rewşenbîr, nivîskar, oldar û gelek pêkhateyê Kurdistanî de daxuyaniyek nivîskî weşand. Li gorî daxuyaniyê xebat dewam dikin, tevî hinek kêmahiyan jî encamên hevdîtinan weke erênî têne nirxandin.

Komîteya Hevbeş ya KNK’ê û KPU’yê li ser kar û xebatên xwe yên dawî daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye: “Ji bo pêşxistina diyaloga navxweyî, xebatên KNK û KPU’yê berdewam in. Ji bo diyaloga navxweyî Komîta Hevbeş ya KNKê û KPU, duh civîna xwe pêk anî. Di civînê de karên heta niha hatî kirin di berçavan re hatin derbazkirin û li gel hinek kêmaniyan jî, encamên wan karan weke erênî hatin nirxandin. Civîn, bi giştî li ser bicihanîna encamên Konferansa Pêşxistina Diyaloga Navxweyî rawesta û firehkirina Komîta Diyaloga Navxweyî bû mijareke sereke.

Ji bo Diyaloga Navxweyî Komîta Hevbeş ya KNKê û KPU, biryar da ku li gel kesayetên Kurdistanî peywendî deyne, navên kesên ku dikarin di komîtê de cihê xwe bigrin kom bike û di civîna pêş de li ser wan navan raweste û Komîta Diyaloga Navxweyî fireh bike.

Em vê di dema hesas û girîng de, pêşxistina diyaloga navxweyî, karekî zarûrî û mezin dibînin. Ji bo ev kar pêşkeve û bighê encamekî erênî, em ji hemî dem û dezgeh, partî û rêxistinan û ji gelê Kurdistanê destek û piştgirîyê dixwazin.”

NAVENDA NÛÇEYAN