KNK: Tecrîd konsepta tasfiyekirinê ye

Şemî 10 Sibat 2024 - 00:06

Hevserokê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Ahmed Karamûs têkilî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan diyar dike tecrîd berhemeke dewleta Tirk e, tecrîd beşek ji konsepta îmhakirin, qirkirinê ye û pê tê armanckirin ku pirsa Kurd neyê çareserkirin. Karamûs wiha got: ‘’Em xweş pê dizanin ku konsepta  2014'an ku hat qebûlkirin êdî xistin meriyetê ku îro tecrîdeke bêdawî ku di esasê xwe de dewleta Tirk hem zagonên xwe, hem qanûnên xwe yên navxweyî û hem jî peymanên navdewletî di mijara girtiyên siyasî de ku di destê dijmin de wekî esîr in pêk tîne. Zagon û peymanên navneteweyî jî binpê dike. Dewleta Tirk di rewşeke wiha de tu zagonan, tu peymanên navxweyî berçav nagire û binpê dike. Jixwe heta astekê ev konsepta ku dane pêşiya xwe di asta navdewletî de jî piştgiriyeke digire."

 Bi tecrîdê komplo tê domandin 

Karamûs da zanîn ku dewleta Tirk bi girankirina tecrîdê û qutkirina hevdîtinên bi Ocalan re şêwaza komployê didomîne û wiha domand: "Komploya navneteweyî ya di sala 1999'an de li dijî birêz Ocalan, ji aliyê heman dewletan ve pêk hatiye. Ji ber wê sedemê konsepta ku danîne pêşiya xwe konsepteke tecrîdkirinê ye, konsepta qirkirina gelê Kurd e.’’

Kurd bi ti şêwazî tecrîdê qebûl nakin

Hevserokê KNK’ê Karamûs anî zimên ku bi tecrîdê dixwazin gele Kurd li hemberî polîtîkaya dagirkeriyê bêdeng bihêlin û got,’’ Em wisa difikirin ku tê xwestin pêşî li fikrê birêz Ocalan bê girtin û bê bandor bê hiştin.Lê gelê Kurd tecrîtê bi ti şêwazî qebûl nake û tekoşîna gelê Kurd bi israr e û bi îrade ye ku  vê konseptê û tecrîta li dijî birêz Ocalan bi dawî bîne li ber xwe dide û dê li ber xwe bide." 

 Dema yekrêzî û yekdengiyê ye 

Hevserokê KNK'ê Ahmed Karamûs bal kişand ser giringiya tifaqa Kurd a li ser şikandina tecrîdê û ev tişt gotin: "Daxwaz û têbeniyên partiyên siyasî û rêxistinên Kurdistanî hene. Bêşik û bêgûman cihê şanaziyê ye ku hêviyên wan ji saziyeke netewî heye ku pêşengiyê ji vê re bike. Em KNK ku di vê kampanyanyayê de, di van çalakiyan û dîplomasî û xwepêşendanan de em bang li her kesî dikin ku bi şêwazeke çalak em tevlî van xebatan bibin. Bêgûman dema hêza Kurdistanî ji bo rakirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka Kurd bi yekdengî û yekrêzî danûstandinê bi hev re bike, bingehek di nava beşeke mezin ê Tevgera Kurdistanî de heye. Her çiqas hin aliyên Kurd nêzikî vê nebin jî em bawer dikin dema ku piraniya hêzên Kurd û Kurdistanî li ser vê rêkeftinekê bikin dê bandoreke siyasî hem li ser her çar beşên Kurdistanê û hem jî li ser Rojhilata Navîn bıke û hem jî di asta navdewletî de bidestxistina statuya siyasî, dîplomatîk ê berfirehtir bibin. Dem dema wê ye ku em bi hev re bi yekrêzî û bi yekdengî xwedî li deskeftiyên xwe derkevin û em li gel hev du tevbigerin."

Bi tecrîdê re pirsa Kurd girantir dikin

Karamûs bi berdewamî bal kişande ser rola aliyê hêzên komploger a li ser tecrîdê û got,"Dema ku mirov temaşe dike, hêzên ku di nava konseptê de cihê xwe girtine û piştgiriyê didin dewleta Tirk mebesta wan kûrTirkirina aloziya ye, girankirina bêçareseriya siyasî ya li herêmê ye. Êdî bi awayekî zelal aşkere bûye ku pirsgirêkên navxweyî û yê Rojhilata Navîn encax bi şêwazeke siyasî dikarin bê çareserkirin. Tecrîda li hemberî birêz Ocalan dide xuyakirin ku daxwaza hêzên di nava komployê de û di nava vê pêvajoyê de cih girtine dixwazin bi her rengî û şêwazê birêz Ocalan îzole bikin.’’

Heta tecrîd hebe pirsa Kurd çareser nabe

Karamûs wiha domand:’’Em KNK di çareserkirina pirsgirêka Kurd de çareseriyê di şikandina tecrîdê de dibînin. Ji bo ku ev tecrîda li ser birêz Ocalan bê şikandin, di asta diasporayê de gelê Kurd bi hemû hêz û pêkhateyên xwe pêwîst e ku gavên berbiçav biavêje da ku dawî li tecrîdê bê. Heta ku tecrîd neyê rakirin pirsgirêka Kurd bi şêwazeke siyasî jî nayê çareserkirin."

Tecrîd konsepta tasfiyekirina Kurdan e

Karamûs anî ziman ku êrişên li dijî Kurdan hemû berhemên tecrîdê ne û ev tişt gotin: "Polîtîkayên tecrîdê û kûrkirina tecrîdê beşek ji konsepta tasfiyekirina Kurdan e. Dixwazin hêza çareseriya Kurd bêçalak bihêlin. Ji ber wê jî nakokiyên ku hene hin berfirehtir dibin. Ev nakokiyên ku hene jî bêguman bandora xwe li ser tevgera Kurd bi giştî dike.

Li gorî konjukturê divê em bi hev re bin

Hevsreokê KNK’ê Ahmet Karamûs herî dawî wiha got: ‘’Baweriya me pê heye ku pirsgirêka Kurd li beşeke Kurdistanê bê çareserkirin û ev dê bandorê li ser perçeyên din jî bike. Hebûna birêz Ocalan, felsefe û paradîgmaya wî ya ji bo çareseriyê em dibînin. Jixwe demeke dirêj e ku ji bo azadiya birêz Ocalan kampanya hatiye destpêkirin. Me KNK’ê di vê çarçoveyê de gelek bang kirine. Êdî hatiye îspatkirin ku konjuktora siyasî çi li Kurdistanê dibe çi li Rojhilata Navîn dibe êdî gihaştiye qonaxeke ku êdî em bi hev re tevbigerin û bibin aktoreke sereke."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.