Klîpa `Stranên Jiyanêˊ

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 20 Tîrmeh 2024 - 00:28

Nêzî 75 hunermendên jin û mêr, her wiha teknîsyen, berhemhêner û wênekêş klîpekê li ser çanda gelên li Sûriyeyê bi navê "Stranên Jiyanê" hazir dikin. Bi giştî 125 kes beşdar in. Ew klîp bi alîkariya Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tê amadekirin. Komeke hunermendên ji pêkhateyên Ereb û Kurd, şanoger, komek ciwanên di hunerê de li herêmên Rêveberiya Xweser dixebitin û studyoya Şehîd Welat çavdêriya derxistina klîpê dikin. Der barê berhema hûnerî û dema weşandina wê de, endamê Tevgera Mezopotamya ya Çand û Huner û endamê Studyoya Şehîd Welat, Bêkes Darî got: “Ev berhem ji komeke stranên kurdî, erebî, suryanî û tirkmenî û bi zaravayên herêmên cuda yên Sûriyeyê di nav de Dera û Siweyda, zaravayên xelkê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Ji 2 salan ve amadekariya wê tê kirin."

Berhem di 16’ê vê mehê de derbasî qonaxa kişandina dîmenan bû. Dê kişandina dîmenan 5 rojan bidome û got:“Berhema me ji bo hemû gelan peyamek e ku em dikarin bêyî mezhebperestiyê yan jî kînê bi hev re bijîn. Aştiyê xurt bikin û tevna mozaîk a li Sûriyeyê nîşan bidin.” Girêdayî dîroka derketina klîpê Bêkes Darî anî ziman ku çaverê ye nêzî mehekê berhem bê weşandin.

ANHA/MIHEMED XELÎL/REQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.