Klîpa ‘Derwêş û Edûlê’ hate weşandin

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 2 Tebax 2025 - 02:35

Hunergeha Welat berhema xwe ya nû ya klîba destana “Evîna Derwêşê Evdî û Edûlê” weşand û pêşandana wê kir.

Hunergeha Welat berhema xwe ya nû ya destana “Evîna Derwêşê Evdî û Edûlê” ku ev demek bû amade dikir, weşand. Klîb bi strana Derwêş û Edûlê û dîmen hatiye amadekirin û duh êvarê li ser hesabên platformên medya dîjîtal ên Hunergeha Welat hatin belavkirin. Li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo promiyera klîbê ango nîşandana wê hat kirin. Derhênerê klîbê Şêro Hindê, muzîkjenê klîbê Mehmûd Berazî ye, wênekêşê klîbê Mihemed Mûsa û dengbêjê klîbê Delîl Mîrsaz e

Di kilîbê de gelek kes hene lê yê ku rola Derwêş zindî dike Şêrwan Mele ye û ya ku rola Edûlê jî zindî dike Barîn Hemo ye.

Ji bo nîşandana klîbê hezkiriyên hunerê, rewşenbîr û hunermend amade bûn.

Ev kilîb bi zimanekî hunerî, çîroka destanî ya şervan-evîndar Derwêş Evdî û 12 hevalên wî vedibêje, ku ji bo parastina ax û nasnameya xwe şerekî qehremanî li dijî hêzên Osmaniyan kiriye. Her wiha çîroka evîna Derwêş û Edûlê, keça mîrê Kurd Temîr Paşayê Milî ye ku sembola ax û rûmeta Kurdan e, vedibêje.

Xebateke pîroz e

Armanca kilîbê ew e ku vê çîrokê ku bingeha berxwedan û nasnameya Kurdan temsîl dike, bi giyanekî hunerî ya hemdem vejîne û mîrata populer bi yekkirina muzîk, wêne û sembolên dîrokî bigihîne nifşên nû. Di serî de rêvebera Hunergeha Welat Rozelîn Dêrik axivî û spasiya hemû alî û saziyên ku di vê berhemê de bûne alîkar kir û diyar kir ku ev 6 meh bûn ji bo vê berhemê dixebitîn.

Piştre endamê Desteya Hevseroketiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl axivî û wiha got: “Ev xebat xebateke pîroz e destaneke bi wate ye ji bo vê yekê ez Tevgera Çand û Hûnerê ya Rojava her wiha Hunergeha Welat û hemû xebatkarên wê silav dikim.” Aldar Xelîl her wiha fedakariya şehîdan ku bi saya wan berhemên wisa tên çêkirin silav kir û şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Piştre sînevizyonek a ku ji dîmenê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk dihatin hat nîşandan ku tê de behsa çîroka evîna Derwêş û Edûlê dike.

Di dawiyê de klîba bi navê “Evîna Derwêş û Edûlê” hate nîşandan.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.