- Koordînasyona KJK'ê, Bêrîtan di salvegera 28'an a şehadeta wê de bi bîr anî û hêzên YJA Starê yên li Heftenînê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şer dikin, silav kir.
Koordînasyona KJK'ê, Gulnaz Karataş (Bêrîtan) di salvegera 28'an a şehadeta wê de bi bîr anî û bi vê wesîleyê hêzên YJA Starê yên li Heftenînê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şer dikin, silav kir.
Koordînasyona KJK'ê daxuyaniyek weşand û ji bo Gulnaz Karataş (Bêrîtan) got, "Di 25'ê Cotmeha 1992'an di şerê berxwedanê de yê li dijî Kurdên noker, li Xakurkê heta fîşeka xwe ya dawî şer kir û piştî ku fîşekên xwe nema ji bo bi saxî nekeve dest, li dijî banga teslîmiyetê ya pêşmergeyên PDK'ê mîna Besêyên di dema komkujiya Dersimê de xwe ji zinar avêt û bi lehengî şehîd bû."
Di daxuyaniya KJK'ê de hate gotin, "Havênê xet û dîroka me ya azadiya jinê, berxwedan e. Sekna me ya berxwedêr û azadiyê ku bi pêşengiya Rêber Apo dest pê kir û di şexsê hevala Sakîne Cansiz de şênber bû, têkoşîna me ya azadiya jinê timî mezin kir. Ev têkoşîna me ya azadiyê bi bi hezaran şehîdên jin, bi berdêlên mezin, bi berxwedanên destanî bi pêş ve çû.
Meha Cotmehê ew meh e ku herî zêde şehîdên jin di wê mehê de hatine dayin. Di şexsê hevalên Gulnaz Karataş, Azîme Berwar, Rewşen, Gûrbetellî Ersoz, Meryem Çolak, Çîçek Gabar, Zinarîn Dêrik, Arîn Mîrkan, Gulnaz Ege, Çerkez Hêlîn, Canda Turk, Andrea Wolf, Lêgerîn Arjantîn, Hemrîn Xelef, Rojîn Gewda de şehîdên Kurdistanê hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînin.
Hêzên me yên YJA Starê yên li Cenga Heftanînê ku dewama dîroka me ya berxwedan û azadiya jinê ye, temsîleke bi heybet a dîroka me ya jinê li vir nîşan didin. Ruhê berxwedêrî û teslîmnebûnê yê hevala me Şehîd Bêrîtan li vir bi heybet temsîl dikin. Li vê derê ji bo jin û gelê Kurd, ji bo gelên Rojhialta Navîn û tevahiya jinên cîhanê dîrokeke nû tê nivîsandin.
Em hêzên xwe yên YJA Starê yên li Heftenînê ku bi ruhekî mezin ê fedayî, bi wêrekiyeke xurt, bi fedakariyeke bilind pêşengiyê dikin û destanên lehengiyê li berxwedana Heftanînê diafirînin, bi serbilindî silav dikin û pîroz dikin. Di serî de hevalên Esmer û Nûcan em şehîdên Heftanînê hemûyan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.
BEHDÎNAN