• Rojên Pirtûkên Abdullah Ocalan li seranserê dinyayê: Ji Îtalyayê heta bi Swêdê, xelkê ji kitêbên Rêber Abdullah Ocalan hin beş xwendin û li ser minaqeşe kirin. 

10´ê Kanûnê di çarçoveya pêngava “Azadî ji Abdullah Ocalan re Çareserî ji meseleya Kurd re” de ji bo Rêber Abdullah Ocalan 10´ê Kanûnê weke Roja Pirtûkên Ocalan a Cîhanî hatibû ragihandin. Vê rojê beşên ji pirtûkên Abdullah Ocalan hatin xwendin, fikrên wî hatin nîqaşkirin û daxwaza azadiya wî ya fizîkî hate kirin. Di 10’ê Kanûnê de (pêr) li gelek navendan, nexasim li Elmanya, Fransa û Îtalyayê çalakî hatin lidarxistin û hin beş ji parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan hatin xwendin.

Li gelek navendên Îtalyayê li ser mijarên parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan, çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de hin beş ji parêznameyan hatin xwendin û nîqaş hatin kirin. Navê hin bajarên Îtalyayê ku çalakî li wan hatin lidarxistdin ev in: Roma, Bologna, Palermo, Parma û Torîno.

Beşên têkildarî DMME’ê hatin xwendin

Li Elmanyayê jî li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin. Li bajarê Hildesheimê bi heman armancê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de beşên ji pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan bi Elmanî û Kurdî hatin xwendin û sohbet hatin kirin. Li Frankfûrtê bi beşdariya parêzer Milan Martin derbarê berhemên Rêber Abdullah Ocalan de panel hat lidarxistin. Piştî panelê ji parêznameyên Abdullah Ocalan beşên têkildarî DMME’ê hatin xwendin. Li Darmstadtê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Roza, hin beş ji Pirtûka 5’an a Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan hatin xwendin. Di çalakiyê de hat gotin, êdî çalakiyên bi vî rengî wê her meh bêne lidarxistin. Li Saarbrucken NCDK’ê ji aliyê TJK-E’ê ve roja xwendinê hat lidarxistin û beşek ji parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan hatin xwendin. Her wiha li bajarên weke Berlîn û Wuppertalê jî çalakiyên bi heman rengî pêk hatin.

Parêznameyên Ocalan bi Fransî xwendin

Li Parîsê bi beşdariya komek akademîsyen, xwendekar û welatparêzan li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya, parçeyên ji parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan hatin xwendin. Zanyarê siyasetê Nils Andersson, endama Jineolojiyê Sarah Marcha û înternasyonalîst beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de parêznameyên Abdullah Ocalan bi Fransî hatin xwendin û bi qasî 3 saetan nîqaş hatin kirin. Wekî din li Fransayê li bajarê Reimsê jî çalakiya xwendina pirtûkên Ocalan hat lidarxistin.

Li Swêd û Belçîkayê jî heman çalakî

Li paytexta Swêdê Stockholmê, bi sernavê “Bi Ocalan re Diyalog” çalakiya xwendinê hat lidarxistin. Di çalakiyê de nîqaş hatin kirin û Komîteya Rojava, derbarê parêznameyên Abdullah Ocalan ên ku bi Swêdî wê bên çapkirin, agahî dan.

Li peytexta Belçîkayê Brukselê jî gelek kes bi heman armancê kom bûn û pirtûkên Abdullah Ocalan xwendin.

NAVENDA NÛÇEYAN