Kitêbek ji bo dilbijandina mirineke azad

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 9 Tebax 2022 - 21:09

  • Weşanxaneya Sîtavê pirtûkeke nû ya helbestan  bi navê “Orpheusê Mirinê” çap kir.

Weşanxaneya Sîtavê pirtûkeke nû ya helbestan  bi navê “Orpheusê Mirinê” çap kir. Rojhilat Azad ku muzîkjenekî Kurd e, bi vê pirtûkê bi helbesta Kurmancî daketiye û hestên xwe bi helbestê derdibire.

Ji danasîna pirtûkê;

“Orpheusê Mirinê, pirtûkeke wiha ye. Ji serî ta rista dawî şair daye dû veristina tengezariyên xwe û bûyer û qewimînên şahidîya wan kiriye bi retorîkeke henûn vedibêje.

Mirin yek ji wan têgihan e ku Rojhilat Azad, di zêmara bo Hozan Serhad, Qadî, Ehmedê Xanî û gelek kesayetên din ên Kurd nivîsiye de dike mijara xwe û wê wekî berdewamiya heyîn û hebûnê dihesibîne. 

Her çi qas mirineke ne di wextê xwe de (Hozan Serhad) bibe sedema dilêşî û neçariyê lê ya Qadî wekî bûyereke pîroz û têkbirina mirinê dihesibîne. Lew, Qadî bi azadî wexera xwe ya dawî kiriye. Şair jî dil dibije mirineke bi azad.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.