Kitêba çaran a Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan wê bi Elmanî jî ji weşanxaneya Unrast Verlag derbiçe. Weşanxaneyê ji niha ve da zanîn ku kitêb li ber çapê ye û wê bi navê "Die demokratische Zivilisation: Wege aus der Zivilisationskrise im Nahen Osten (Şaristaniya Demokratîk: Rêyên derketina ji krîza şaristaniyê ya li Rojhilata Navîn)" bê weşandin. Unrast Verlag dibêje, kitêb qederê 400 rûpelan e û ji niha ve jî xelk dikare ji xwe re nimûneya xwe bide veqetandin. Kitêb wê Cotmeha bê, bê weşandin. buhayê wê jî 19,80 euro ye.
Di vê bergê de minaqeşeya Ocalan bi rêya pirsên ji bo veguherîneke kurewî heyatî yên weke "mirov çawa bijî", "çi bike" û "ji ku destpê bike" hewl dide xwe bigihîne rêyeke çareseriya ji bo krîza şaristaniyê.
Kitêb bi Kurdî weke bergê çaran ê Manîfetoya Şaristaniya Demokratîk derket û navê wê jî "Li Rojhilata Navîn Krîza Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk"e.
FRANKFURT