Kîsoyê gewr ê kêmdîtî

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 9 Hezîran 2022 - 22:42

  • Kîsoyekî albîno yê cinsê Galapagos, ê li baxçeyê heywanan ê li bajarê Servion ê ser bi Swîsreyê hatiye dinê, yekemînê cinsê xwe ye ku derdikeve pêşberî kamerayan.

Kîsoyekî albîno yê cinsê Galapagos, ê li baxçeyê heywanan ê li bajarê Servion ê ser bi Swîsreyê hatiye dinê, yekemînê cinsê xwe ye ku derdikeve pêşberî kamerayan.

Çêlika niha bêhtirî mehekê kiriye, bi çavên sor û şerm û qaşûlê xwe yê bê pîgment, spîloçkî û gewr e.

Dayika wî bi xwe sed kîloyan giran e û beriya wê li du hêk kiribûn. Ji yekê ji wan hêkan kîsoyê gewr, ji ya din jî kîsoyekî adetî çêbûye. Çêlîka gewr 1´ê Gulanê ji hêka xwe derketiye, ya adetî jî 5´ê Gulanê. Xebatkarên baxçeyê heywanan, herdu çêlîk jî 3´yê Hezîranê birina cem dayika wan a dêw.

Cinsê kîsoyên dêw ên Galapagosê niha tehlûkeyê de ye. Ji ber wê jî zêdekirina wan li baxçeyên heywanan jî muhim tê dîtin. Li gorî texmînan, berê li Giravên Galapagosê qederê 200 hezar ji van kîsoyan hebûne. Lê niha, piştî ku Ewrûpiyan bi mêhtingeriya xwe ev girav jî herimandin, hejmara wan qederê 15 hezaran e.  

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.