TERZE TAHA
ROJNEWS/SILÊMANÎ
Kişandina rêzefilma Kirêçiyekan di rojên xwe yên dawî de ye. Naveroka rêzefilmê jiyana xelkê ye û qala pirsgirêka kirêdariyê dike. Di heman demê de peyama jiyana bi hev re dide, vê peyamê di nava aktor û rêzefilmê de reng û deng vedaye. Bi dehan aktorên Kurd, Ereb û Faris têde rol dikin.
Rêzefilma Kirêçiyekan ji 30 beşan pêk tê û 40 aktirîst û aktor û tê de rol dikin. 19 ji wan rolên sereke dikin. Ev zêdetirî sê mehan e ku dîmenên filmê tên kişandin. Niha kişandina dîmenan hindik maye bi dawî bibe. Şuele Şerîet ê ji Rojhilatê Kurdistanê senaryo nivîsiye. Sûrî Xesar Ebdullah jî derhêneriya rêzefilmê dike.
Rêzefilma Kirêçiyekan berhema Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan a Herêma Kurdistanê ye. Dimen li Silêmaniyê tên kişandin. Kompanya Mestî Film karê rêzefilm dike. Biryar ew e ku rêzefilm li ser kaneleke Kurdî û yeke Erebî bê weşandin.
Rêzefilma Kirêçiyekan civakî ye, qala jiyana 4 kirêciyên di yek xaniyî de dike. Film di heman demê de peyama jiyana bi hev re ya aştiyane dide.
Li dijî filmên xelkê yê Kurdî
Alîkara Derhêner, Aşna Reuf e. Ji bo jiyana bi hev re ya aştiyane, ew dibêje, Kurdên Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê li gel welatiyên Faris û Ereb bi hev re kar dikin.
Yek ji aktirîstên sereke yên rêzefilmê, Henar Kamoran e. Ew dibêje, “Xisûsa esasî ya rêzefilmê, peyama rengê jiyana xelkê ye. Heta ku xelk jê sûdê bigirin û tama temaşekirinê bide xelkê.”
Li Başûrê, rêzefilmên Kurdî gelek caran tên rexnekirin û bala temaşevanan nakişînin. Her çiqas rêzefilma Kirêçiyekan qala neahengî û pirsgirêkên civakî dike jî, komediyek veşartî tê de heye. Karwan Kerîm ji aktorên sereke yên filmê, dibêje, hunermend dixwazin timî xizmeta hunerê bikin, lê serneketina rêzefilmekê, hinek caran ji derveyî lawaziya senaryoyê, vedigerî lawazbûna derhêner, kamera û aliyên teknîkî.
Di kanalên Başûrê Kurdistanê weşandina rêzefilmên Tirkî yên dublajkirî yek ji sedema girîngîpênedayîna rêzefilmên Kurdî ye. Hinek rêzefilmên bi Kurdî hatine çêkirin, heman senaryoyên rêzefilmên Tirkî bûn û di navê de rastiya civaka Kurd nebû. Niha jî temaşevan li benda Rêzefilma Kirêçiyekan in. Ka ew ê li gorî hêviyên xelkê be yan na, piştî weşandina filmê wê diyar be.