Dewleta Tirk ku nema karî bibêje ‘tecrîd nîne’ û ji bo ku tecrîdê domdar bike, xwe sparte ‘cezayê disîplîn’ê. 

Dewleta Tirk a ku bi salan e tecrîda giran li ser Rêber Ocalan datîne û ev 38 meh in bi ti rengî agahî jê nayê girtin, piştî helwesta raya giştî ya dijî tecrîdê ragihang ku bi sedema ‘cezayê disîplînê’ hevdîtina li gel Ocalan hatiye qedexekirin.

Bi hinceta “cezayê disîplînê” ji bo 3 mehan qedexeya hevdîtinê li Rêber Abdullah Ocalan hat birîn.

Li Rêber Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di Girtîgeha Îmraliyê de û 38 meh in tu agahî ji wan nayê girtin 3 mehên din jî qedexeya hevdîtinê hat birîn.

Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê, serlêdana parêzeran û malbatan a ji bo hevdîtinê bersivand. Dadgeriyê diyar kir ku di 28'ê Adarê de Serokatiya Lijneya Disiplînê "cezayê disiplînê" li Abdullah Ocalan biriye. Diyar bû ku biryara di 12'ê nîsanê de teqez bûye.

Parêzeran ragihand ku pêvajo bêyî wan hatiye meşandin û di 26'ê Nîsanê de serlêdan kirine ku biryar tevî dosye û delîlan radestî wan bê kirin. Lê belê serlêdana wan hat redkirin. Her wiha îtiraza parêzeran a ji bo biryara "cezayê disiplînê" jî hat redkirin.

Ji 25’ê Adara 2021’an ve ti agahî ji Rêber Ocalan nayê girtin.

 NAVENDA NÛÇEYAN