Kilîta çareseriyê Ocalan e
Şemî 25 Adar 2023 - 00:30
- Mehmet Ocalan got, bila Kurd têkoşîna xwe li her derê mezin bikin, ti çareya din tine ye û wiha dewam kir: “Heke em yekîtiya Kurdan jî ava bikin, siberojê dê bandora vê jî mezin bibe. Divê rojekê berî rojekê deriyê Îmraliyê bê vekirin.”
Birayê Rêber Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan, herî dawî beriya bi 2 salan bi telefonê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re axivîbû. Ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mahmût Altintaş bi Mehmet Ocalan re peyivî. Mehmet Ocalab jê re got, ji bo tecrîd bê şikandin divê civak nerazîbûnê nîşan bide, zorê bide dewletê: "Divê baweriya me bi ti kesî tine be, em bi xwe bawer bin û bi hêza xwe tecrîde bişkînin."
Rêber Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an ve li Girtîgeha Îmraliyê ragirtî ye. Ev 2 sal in ti agahî ji Ocalan û girtiyên din Hamilî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên li Îmraliyê ragirtî nayê girtin.
Mehmet Ocalan herî dawî 25'ê Adara 2021'ê bi telefonê bi Rêber Abdullah Ocalan re axivîbû. Wî ji bo rakirina tecrîdê bang kir.
Mehmet Ocalan nerazîbûna Rêber Abdullah Ocalan a di dema axaftina bi telefonê de bi bîr xist, û got, "Dema em li ser telefon axivîn Serok ji min re got, ‘Kê tu şandî, kê ji te re got?' Min jî got, midûr telefonî me kir, got, hûn ê bi ser telefonê biaxivin. Li ser vê yekê Serok jî got, ‘Ya ku dewlet dike jî ne rast e, telefonkirina te jî ne rast e. Mafên min ên hiqûqî hene, ji ber wê divê parêzer werin hevdîtinê. Gerek hûn jî li vê bifikiriyana û we qebûl nekirana.' Telefon di nav 3 yan jî 4 deqeyan de hat qutkirin. Ev yek li ti cihî tine ye. Ev 2 sal in haya me ji her 4 girtiyên li Îmraliye tine ye. Ev yek nayê qebûlkirin.”
Qanûnên xwe binpê dikin
Mehmet Ocalan xwest dewlet qanûnên xwe pêk bîne, lê dewleta Tirk berevajî îdîayên xwe ne demokratîk e û ne jî dewleta hiqûqê ye û wiha dewam kir: “Dewlet qanûnên ku bi xwe derxistine nameşîne, ev tiştekî dûrî qanûnê ye. Serok ne tenê keseyatek e, li Rojhilata Navîn xwedî giraniyeke mezin e.”
Em rêya ber bi Îmraliyê ve vekin
Mehmet Ocalan bal bire ser bêdengbûna CPT'yê û saziyên navneteweyî, "Haya CPT'yê û hemû saziyên navneteweyî jî ji vê yekê heye. Hemû kesên ku ji xwe re dibêjin, 'em demokrat in û mirov in' divê weke mirovan li dijî vê yekê rabin da ku rêya Îmraliye vebe. Vekirina rêya Îmrailyê ne tenê ji bo keseyatekî ye. Li Rojhilata Navîn xwîn tê rijandin. Ji bo pêşî li vê xwînê bê girtin, divê deriyên Îmraliyê vebin. Ji bilî HDP'ê û saziyên Kurdan ti partiya wan a muxalif bêhiqûqiya li Îmraliye nayîne zimên. Min nedîtiye muxalifên wan gotine, li wir 4 kes tên ragirtin û hevdîtina wan a bi malbat û parêzeran qedexe ye. Banga me ji demokrat, rewşenbîr û gelê Kurd ev e ku nerazîbûna xwe ya demokratîk mezin bikin û ji bo ev tecrîd bê rakirin, malbat û parêzer karibin hevdîtinan pêk bînin, zorê bidin dewletê."
Bila fikra xwe li ser meseleya Kurd bibêjin
Mehmet Ocalan got, partiyên muxalif ên Tirkiyeyê jî li dijî tecrîdê bêdeng in û wiha pê de çû: "Baweriya me bi muxalefetê jî tine ye. Daxwaza me ji partiyên muxalîf ev e ku tecrîda li ser her 4 girtiyên li Îmraliyê bînin ziman. Der barê meseleya Kurd de bila bi wijdanî bejin, heke siberojê em bibin desthilat, em ê bi awayekî demokratîk meseleya Kurd jî çareser bikin. Em dixwazin van gotinan bikin lê baweriya min bi wan tine ye ku van gotinan bikin. Heta niha jî ne tiştek kirine û ne jî gotine. Hilbijartin nêz bûn, divê her kes rastiyê bîne ziman û ji bo meseleya Kurd û Tirkiyeyê bi awayekî demokratîk bêjin em ê çareser bikin. Em jî dixwazin baweriya me bi vê yekê hebe, lê zêde baweriya me bi wan tine ye. Yên ku meseleya Kurd çareser bike jî HDP ye. Yekitiya xwe çêkin."
Meseleya Serok a dinyayê ye
Mehmet Ocalan got, heke deriyê Îmraliye bê vekirin, gelek pirsgirêk dê çareser bibin û axaftina xwe wiha bi dawî kir, "Meseleya Kurd mesela dinyayê ye, meseleya Serok jî meseleya dinyayê ye. Banga me ji bo her kesî ye, herî pirr jî ji bo Kurdan, pişt re jî ji bo mirovên demokratîk heye. Mirovên me yên ku li Ewrûpayê diplomasiyê dikin, bila rasterast bi Ewrûpayê bidin fêmkirin. Banga me ji bo kesên ku li Ewrûpayê û Tirkiyeyê ji bo demokrasiyê têdikoşin ev e, bila her kes dest deyne ser wijdanê xwe. Ev tişt nayê qebûlkirin. Banga min a ji bo Kurdan jî bila têkoşîna xwe li her derê mezin bikin, ji bilî vê yekê ti çareya me tine ye. Heke em têkoşîna xwe bi zanebûnê bikin û yekîtiya Kurdan jî ava bikin dê di siberojê de bandora vê jî mezin bibe. Heke mifteya Girava Îmraliye vebe gelek pirsgirêk dê çareser bibin. Ji ber vê yekê divê rojekê berî rojekê deriyê Îmraliyê bê vekirin."