• Di civîna Hevserokên Bajaran ên HDP´ê de hevserokê partiyê Sancar got, "Haya her kesî jê heye ku HDP ji hêla siyasî ve hêzeke kilît e. Bi ya me ev hilbijartin derfetek e ku em bi welêt, gelên welêt û civakê bidin serxistin."

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, anî ziman ku bi deklarasyona meha Îlonê, ew ê polemîkên siyasî bi dawî bikin: “Niha dema destpêkeke nû ye. Ji bo ku bi desthilata AKP-MHP'ê bidin windakirin, divê her kes serketinê ji bo xwe bike armanc.”

Hevserokên Bajaran ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi kampanya bi dirûşmeya “Em HDP'î ne, li her derê ne” ji bo ku bûyerên siyasî binirxînin û nexşerêya nû nîqaş bikin, bi seroktiya Hevserokên xwe yên Giştî Mîthat Sancar û Pervîn Bûldan li Enqerê civiyan. Sancar di destpêka civînêde got: “Me hewl da li her derê bi her beşa civakê re hevdîtinê bikin û heqê dirûşmeya, 'Em HDP'î ne, li her derê ne’ bidin. Me xebateke serketî kir.”

Sancar, di dewamê de got,  “Gelê me li gel zextên giran jî bi biryardarî li HDP'ê xwedî derdikeve. Moral xweş û geş e, biryardarî saxlem e. Ev jî kana herî xurt a hêza me ya siyasî, îdeala me ya guhertinê û meşa me ya ber bi armancan ve ye. Niha dema wê ye ku em zêdetir bixebitin, bi rengekî xurttir bimeşin.”
 
Helwêst wê bi deklarasyonê bê eşkerekirin

Sancar, derheqê helwêsta HDP'ê ya li ser hilbijartinê jî diyar kir û got, “Em ê ji niha û pê ve bi saziyên xwe yên din re bicivin, Meclîsa Partiyê, Meclîsa Jinan, Lijneya Rêveberiya Navendî, Lijneya Meclîsê re bicivin, şêwra xwe bikin û biryardariya xwe diyar bikin û nêzîkatiya xwe bi deklarasyonekê eşkere bikin. Em ê deklarasyona xwe ku nexşerêya me diyar bike, Îlonê temam bikin û bi gelê xwe re parve bikin. Haya her kesî jê heye ku HDP ji hêla siyasî ve hêzeke kilît e. Bi ya me ev hilbijartin derfetek e ku em bi welêt, gelên welêt û civakê bidin serxistin.

Êdî divê her kes bi rengekî eşkere, ne ku tenê bi wan bide windakirin, serketinê jî deyne li ber xwe. Di vê hilbijartinê de em ê rêyên vê yekê ava bikin. HDP ji bo rêveberiya gelparêz hazir e ku xwe bide ber her berpirsyariyê.”
 
HDP polemîkên siyasî bi dawî dike

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em amade ne di serî de ji bo Kurdan, ji bo gelên Tirkiyê bibin parçeyê aqilê nû yê damezirînêr ê Tirkiyeyê. Bêguman em ê vê pêk bînin. Bi deklarasyona Îlonê em ê parve bikin, em ê polemîkên siyasî bi dawî bikin. Ji bo destpêka nû, aştî bivenevê ye, demokrasî bivênevê ye, dadmendî bivênevê ye. Em ê bang li aktoran bikin da ku di çareserkirina pirsgirêkan de bibin xwedî rol. Em nikarin vê li navenda partiya xwe ya giştî rûnin û diyar bikin. Em ê ewilî bi gel re nîqaş bikin û paşê di lijneyên xwe de binirxînin. Niha dema destpêkeke nû ye.”

MA/ENQERE