Kî nêzîkî çeperan bibe tê cezakirin

Çarşem 21 Îlon 2022 - 22:18

  • Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 8 leşkerên din ên Tirk ên dagirker hatin kuştin. 

Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 8 leşkerên din ên Tirk ên dagirker hatin kuştin. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Di çalakiyên hêzên me de 8 dagirker hatin cezakirin.

Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 20 caran bi bombeyên qedexekirî, çekên kîmyewî û gazên îsotê, 11 caran jî bi balafirên şer, bi dehan caran bi obusan bombe kir.”

HPG´ê kite bi kite wiha behsa çalakiyên hêzên gerîla kir: 

Li Zê (Zapê)

20'ê Îlonê saet di 12:00, 14:00 û 16:45'an de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê sê caran bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Van dagirkeran berê xwe dabû çeperên şer ên li Şehîd Dogan. Di encamê de herî kêm dagirkerek hate cezakirin.

20'ê Îlonê saet di 17:20'î de li Qada Berxwedanê ya Çemço tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi sekvaniyê dagirkerek ceza kir.

Di daxuyaniya xwe ya 19'ê Îlonê de me ragihandibû ku 18'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, li dijî dagirkerên dixwestin bikevin çeperên şer ên li Şehîd Agir, bi sabotajê çalakî hate lidarxistin. Hêzên me piştre zelal kirin ku 2 dagirker hatine cezakirin.

Li  Xakurkê

20'ê Îlonê saet di 18:00´an de li herêma Xakurkê li qada Girê Şehîd Kamûran, tîmên me li komek dagirker xist.

Li Metînayê

21'ê Îlonê saet di 08:30´î de li Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî, tîmên me yên bi tevger dema ku 4 dagirker li derdora çeperên şer kom bûn, hêzên me bi çekên giran li wan da û her çar dagirker ceza kirin.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.