Çiraxan Refîq, hevjîna berê ya wezîrê berê yê Çavkaniyên Xwezayî yê hikûmeta Hewlêrê Aştî Hewramî bû. Çiraxan Refîq ji Draw Media re peyivî û dibêje, "Ji ber ku Mesûd Barzanî ji bo min gotibû, ew ji bo dosya neftê pirsgirêk e, Neçîrvan Barzanî gefa kuştinê li min xwar, da ku ez dev ji Aştî Hewramî berdim." 
Çiraxan Refîq dibêje, ji bo malbata Barzanî ew weke keçekê bûye, lê gava wê biryar da ku bi Aştî Hewramî re bizewice, bêyî ku bi malbata Barzanî re bişêwire, ev têkiliya xweş a bi Barzaniyan re bi dawî bûye. 
Çiraxan Refîq gava ev hevpeyvîn bi Draw Media re kiriye li Masîfê bûye. Yanî çend metroyan dûrî malbata Barzanî dimîne. Axir mirov nikare zanibe, ka ji tiştên dibêje çiqas rast û çiqas ne rast in. Bi her halî mirov pê derdixe ka hikûmeta Hewlêrê çiqasî qirêj e û rewşa wê ji ya mafyayeke edlî jî xirabtir e.
Axir gava ku Aştî Hewramî û wê dev ji hev berda, ji ber dozeke gendeliyê sala 2016´an 4 sal cezayê hepsê lê hatibû birrîn. Di du dozên xistina zimmeta xwe ya bi milyonan dolaran, wê ceza xwar, lê ev ceza ti carî nehat înfazkirin. 
Paşê sala 2018´an Çiraxan Refîq di çapemeniya PDK´ê de weke jineke dewlemend a ku alîkariyê dide weqfên Kurdistanê û xêrxwaz e hat nîşandan. Beriya ew bibe xêrxwaz, çapemeniya PDK´ê gotibû, hikûmeta Hewlêrê dest daniye ser 250 milyon dolarên wê.
Wê halê hazir li dijî Aştî Hewramî ku bi xwe jî zilamê PDK´ê ye, li Ingilîstanê ji ber gendeliyê doz vekiriye. Di wê navê de jî ji gelek milyonên Aştî Hewramî dabûn wê, wê hin jê li PDK´ê vegerandin. Li gorî gotegotan ji bo ku cezayê lê hatiye birrîn neyê înfazkirin.

HEWLÊR