Kî azad be dewleta Tirk aciz e

Duşem 15 Tebax 2022 - 21:33

  • Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi piştgiriya QSD’ê di 1’ê Hezîrana 2016’an de pêngava rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê ragihand.

Rizgarkirina Minbicê û avakirina rêveberiya wê ya xweser, li xweşiya dewleta Tirk  a dagirker neçû, ji ber vê yekê ji dema rizgarkirinê ve êriş dike û gefên dagirkirinê lê dixwe. Di encama van êrişan de 35 kes şehîd bûn û 85 kes jî birîndar bûn.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi piştgiriya QSD’ê di 1’ê Hezîrana 2016’an de pêngava rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê ragihand. Pêngav di 12'ê Tebaxa heman salê de bi dawî bû û di 15'ê Tebaxa 2016'an de rizgarkirina Minbicê hate ragihandin. Ji hingê ve herêm hate guhertin û bû nuqteya hevsengiyên hêzên li Rojhilata Navîn.

Di 6 salan de, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li dijî bajêr û gundewarê wê ranewestiyan. Çemê Sacûrê bûye wek sînorekî xwezayî di navbera Meclisa Leşkerî ya Minbicê û dagirkerên ser bi dewleta Tirk ên bi navê “Mertala Fitatê” de.

13 baregehên dagirkeriya Tirk

13 Baregehê leşkerî yên dagirkeriya Tirk li gundên dagirkirî yên ser bi Minbicê hatin avakirin, her wiha bi dehan nuqteyên çeteyan jî hene. Piştî gefên Tirkiyê yên dagirkirina bajêr jî, êrişên çeteyên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî gundên Minbicê, Cerablus û Babê zêde bûne. Gundên ku rojane tên topbarankirin ev in:

Hoşeriyê, Cat, Toxar, Masî, Ewn El Dadat, Erbai Kîlo, Musinlî, Ereb Hesen, Um Edese, Um Cilûd, Dendeniye, Seyade, Yalenlî, Qurt Wêran, Korhiyûk, Cebel El Hemra, Boxaz, Kawiklî, Til Torîn, Cub Mexzûm, Mezrat El Fewaris, Erîmr û Oseclî.

Li gorî bîlançoya 6 salan a Meclisa Leşkerî ya Minbicê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ev herêm bi 5 hezar û 673 topan hedef girtine û 4 êrişên hewayî pêk anîne û ji baregehên xwe yên li gundên Qîrata, Toxar, Ewn El Dadat, Helwencî, Yaşlî, Şêc Nasir, Şiwêha, Olaşî, Zerzûr û Kirêdiye hezar û 423 caran topbaran kirine.

35 şehîd 85 birîndar

Di encama van êrişan de, 35 kes şehîd bûn û 85 kes jî birîndar bûn. Di nava şehîd û birîndaran de jin û zarok hene.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi 181 topan, malên sivîlan kirin hedef û 18 mal rûxandin, her wiha bi sedan hektatên zeviyên çandiniyê şewitandine û tora kehrebeyê ya gelek gundên Minbicê jî bêkêr kirine.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê dide zanîn ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di êrişên xwe de avahiyên xizmetguzariyê û perestgeh kirine hedef, di encamê de dibistanek û mezrayek, her wiha du cihên dînî jî hatine rûxandin.

Meclisa Leşkerî 35 çete kuştin 

Meclisa Leşkerî ya Minbicê di çarçoveya mafê xweparastinê de, 12 balafirên bêmirov ên biçek ên dagirkeriya Tirk anîn xwarê û 32 hewldanên xweberdana nav hêzên wan ên dagirkeran têk birin, her wiha 35 çete hatin kuştin û 27 jî birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.