Kî aktîvîstên ji Rojhilat qetil dike?

Pêncşem 6 Çile 2022 - 07:31

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bal bire ser qetilkirina Ehmed Bêxem ê ji Rojhilatê Kurdistanê ku cenazeyê wî yê êşkencelêkirî li Hewlêrê hate dîtin û xwest, bûyer bi her awayî bê lêpirsîn.

Di 31'ê Kanûna 2021'ê de cenazeyê aktivîstê ji Rojhilatê Kurdistanê, Ehmed Bêxem ê bi nasnav Heval Kejwan, li Hewlêrê hat dîtin. Li gorî çavkaniyeke nêzî malbatê, li ser bedena aktivîstê Kurd şopên êşkenceyê hebûn. Heta niha jî derbarê bûyerê de Hikûmeta Herêmê ti daxuyaniyek nedaye.

Başûr bûye goristan ji bo Rojhilatiyan

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) derbarê qetilkirina Heval Kejwan de daxuyaniyek da. PJAK’ê got; "Careke din kuştinek bi guman. Aktivîstê ji Rojhilatê Kurdistanê, Ehmed Bêxem ê bi nasnav Heval Kejwan li Başûrê Kurdistanê hatiye kuştin. Ev kuştin îsbata wê ye ku Herêma Kurdistanê bûye goristana aktivîstên Rojhilatê Kurdistanê. Çi çalakiyek ne di berjewendiya rayedarên Hewlêrê de be, tê bêdeng kirin."

PJAK'ê di dewama daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbata Heval Kejwan re xwest û got; "Heval Kejwan xelkê Serdeştê bû, xemxwarê niştimana xwe bû. Bi dildarî tevlî berxwedana Kobanê bûbû û em têkoşîna wî ya li Rojava û Rojhilatê Kurdistanê ya ji bo azadiyê ji bîr nakin."

PJAK'ê herî dawî banga ronîkirina bûyerê li rayedarên Hikûmeta Hewlêrê kir: "Divê bûyera kuştina aktivîstê Kurd ji aliyê polês û aliyên peywendîdar ve were ronîkirin. Ji ber ku li ser bedena Heval Kejwan şopên êşkenceyê hebûn, yanî ew hatiye qetilkirin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.