Keziyên sor ên şoreşê dihûnin

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 5 Adar 2024 - 00:49

  • Êdî gava Hunergeha Welat mizgîniya xebateke nû dide herkes bi peroşî li bendê ye ku rojek berî rojekê were belavkirin ev xebat. Yanî Rojava û şoreşa li wir bi rêya dîmenan bi xelkê re bendewariyekê ava dike. Ev yek serketina şoreşê ye.

“Ne ku em cîhana îroyîn di xeyalan de ji bîr bikin, ji bo em bi hêza dîmenan wan veguherînin bîr’ekê...”

Theodor W. Adorno

Heger xeyal tine bin şoreş jî pêk nayên. Hemû şoreş encama xeyalên bê sînor in. Lê ev mesele bi pêkhatina şoreşê jî bi dawî nabe. Weke ku em dizanin li gelek deverên cîhanê di hin waran de şoreş pêk tên, lê gava ku keziyên wê şoreşê baş neyên hûnandin ew şoreş dibe beravêtî! Ji xwe şoreşeke beravêtî jî piştî demekê stewr dimîne û nema dikare biafirîne û xwe nû bike. Yanî divê şoreş neyê jibîrkirin û bi rêya hin tiştan veguhere bîr’ekê û bedelên di oxira şoreşê de hatine dayîn tim werin bibîranîn. Ji bo ew tenê di xeyalan de nemînin hêza dîmenan ya îroyîn muhîm e. Ji lewma dîmen dikarin bîr’ekê ava bikin ji bo şoreşê û keziyên şoreşê xweşiktir buhînin. 

Wekî din afirandina hin îmajan jî bi qasî xeyalên şoreşê girîng in. Îmajên şoreşê ku tim dimînin di bîra xelkê de. Hunergeha Welat û bi giştî hevalên ku li Rojava bi karê dîmensaziyê re mijûl in îmajên xweşik diafirînin û xelk bi saya van îmajan reng û xemla şoreşê baştir dinase. Her wiha girîngiya van karan yek jê jî ewe ku ew xebatên hevpar û kolektîf in. Di vî warî de jî nimûneyên baş û serketî ne xebatên ku niha li Rojava pêk tên. Elbet çêkirina filman jî girîng e lê îro tiştên kurt û bi derb bêhtir dikarin afirîneriya piştî şoreşê bînin ziman. Ji lewma jî klîp û filmên muzîkal ên weke “Stranên Keziya Sor” bêhtir tesîra xwe li xelkê dikin û bi van dîmenan xelk dikare xeyala şoreşê tim zindî bihêle di bîra xwe de da ku hin şoreşên din jî pêk werin. 

Her wiha afirîneriyên bi vî rengî û berhemên wisa xweşik nîşan didin ku bi azadiyê re Kurd dikarin tiştên serketî yên di asta cîhanî de çêkin û belav bikin. Êdî gava Hunergeha Welat mizgîniya xebateke nû dide herkes bi peroşî li bendê ye ku rojek berî rojekê were belavkirin ev xebat. Yanî Rojava û şoreşa li wir bi rêya dîmenan bi xelkê re bendewariyekê ava dike. Ev gelek tiştekî hêja ye û bi xelkê re bawerî çêdibe. Yanî Kurd jî weke xelkên din serketî, xweşik, zana û jîr in. Piştî demekê ne tenê çavê xelkên Kurd her wiha çavê hemû dinyayê li ser van kar û xebatên hunerî ye ku her yek ji bo me bi zêran e û divê her hebin berhemên wisa.

Xebateke hevpar û kolektîf

Filmê muzîkal ê bi navnîşan “Stranên Keziya Sor” ku dîroka têkoşîna jinan a cîhanê vedibêje, li navendên çand û hunerê yên bajarê Qamişlo, Kobanê, Tebqa û Reqayê hate nîşandan.

Filmê muzîkal “Stranên Keziya Sor” ji aliyê Tevgera Çand û Hunera Jin a Hîlala Zêrîn ve bi hevkariya Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê, Saziya Çandê ya Pargîn û Hunergeha Welat ve hatiye çêkirin. Film balê dikişîne ser dîroka têkoşîna jinan a cîhanê. Amadekariyên filmê 7 mehan dewam kirin.

Navê filmê ji kesayet û têkoşîna şehîd Sakîna Cansiz hatiye hilbijartin. Dema filmê muzîkal 20 deqe ye û ji tevahî pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 200 jin di film de cih digirin. Dîmenên film li Reqa û herêma Cizîrê hatine girtin.

Qamişlo

Film li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo hate nîşandan. Beriya nîşandan filmê rêveberiya Hîlala Zêrîn a kantona Cizîrê Rûken Mihemed bi xêrhatina mêvanan kir û piştre li ser çêkirina fîlimê axivî. Koordînasyona Hîlala Zêrîn a Bakur Rojhilatê Sûriyê Mizgîn Çolaq axivî û got: “Heya niha em deyndarê Rêber Abdullah in û em vê filmê diyarî wî dikin.”

Di dawiyê de temaşevanan dirûşma ”Jin Jiyan Azadî” û ” Bê Serok jiyan nabe” berz kir.

Kobanê

Filmê “Stranên Keziya Sor” li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê hate nîşandan. Beriya nîşandana filmê, endama Şano ya kantona Firatê Dîlara Şêx Demir axivî û got: “Film, şoreşa jinan vedibêje ji destpêkê ve û heta roja îro. Çawa jinan xwe bi pêş xist û di tevahî qadên jiyanê de leşkerî, siyasî, civakî de cih girt û bû şervan û fermandar. Em filmê diyarî şehîdan û jinan li cîhanê dikin.”

Reqa

Film li Navenda Çand û Hunerê ya bajêr hate nîşandan. Beriya pêşandana filmê bi navê Tevgera Hîlala Zêrîn endama rêveber Gulbihar Seydo axivî û bixêrhatina beşdaran kir û got: “8`ê Adarê û Newroz li ber derî ne. Ev roj, roja fedakariyên jinan e. Jin destanên lehengiyê nivîsandin.”

Tebqa

Filmê “Stranên Keziya sor” li Navenda Çand û Hunerê ya bajêr hate nîşandan. Di çalakiyê de hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya kantona Tebqayê Nûr El Qitran axivî û got: “Xweşikbûna biharê û rengên rengîn, di Adara berxwedanê, kombûna jinan û têkoşînê de tê. Bijî ev kombûn, bijî ev têkoşîna ku yek ji destkeftiyên herî mezin ê jinan e, qeydan ji holê radike û bi serkeftinê tacîdar dibe.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.