Keziyên azadiyê dirêsin

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 19 Sibat 2024 - 00:46

Li Kantona Cizîrê amadekariyên Mihrîcana Wêje û Hunera Jinê ya 9’an tên kirin. Mihrîcana ku salê carekê ji aliyê Desteya Çandê ya Kanton Cizîrê ve bi hevkariya Tevgara Çand ya Hîlala Zêrîn tê organîzekirin, wê îsal di 1 û 2’yê Adarê (2024) de were lidarxistin.

Mihrîcan wê bi dirûşmeya, “Jina şoreşger keziyên azadiyê dirêse” li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişlo bi rêve here. Li gorî agahiyên komîteya amadekar, wê îsal di mijarên helbest, gotar, çîrokan, şêwekarî û hunera destan de pêşbirk çêbibin. Her wiha dê pêşandana cil û bergên pêkhateyên herêmê jî çêbibe. Di çarçoveya bernameyê de wê helbest werin xwendin, starnên denbêjiyê werin gotin, lîstikên govendê, şano û film werin nîşandan.

Miracaetên ji bo mihrîcanê di meha çile de destpê kirine û wê 20’e Sibatê bi dawî bibin. Mihrîcan li Cizîrê çêdibe, lê kesên ji deverên din ên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê jî wê karibin tevlî mihrîcanê bibin. Kesên ku dixwazin tevlî bibin wê karibin berhemên xwe bi zimanê Kurdî, Erebî û Suryanî pêşkêş bikin. Nirxandina berheman jî wê li ser her sê zimanan çêbibe.

Berhemên serketî tên xelatkirin

Di pêşpirkan de wê ji bo berhemên serketî xelat werin dayîn. Endama Komîteya Amadekar a Mihrîcanê Botan Hoşê diyar kir ku pêşbirk wê di bin 3 sernavan de çêbibin û ev agahî parve kirin: “Di beşa wêjeyê de wê helbest, çîrok û gotar werin xwendin. Berhemên Kurdî, Erebî û Suryanî dê werin nirxandin. Beşek li ser şêwekariyê û yek jî li ser hunerên destan e.” Botan Hoşê destnîşan kir ku ew dixwazin destekê bidin projeyên hunerên destan û da zanîn ku ew ê berhemên vê beşê bikirin.

Cilûbergên herêmê didin nasîn

Botan Hoşê destnîşan kir ku wê nîşandan cilûbergehên neteweyên herêmê jî çêbibe û got: “Heta niha serlêdanên 2 çandên cuda hatiye kirin. Em dixwazin Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Êzdî û Çerkes tevlî vê beşê bibin da ku çanda cilûbergên hemûyan bê danesandin.”

Mihrîcana Wêje û Hunera Jinê cara yekem di sala 2015`an hat lidarxistin û her sal bi naverokek dewlemendtir tê lidarxistin.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.