Keyvan Zendkerîmî dîsa hat girtin
Sêşem 9 Gulan 2023 - 15:27
Roja 7’ê Gulanê kesê bi navê Keyvan Zendkerîmî yê xelkê Sine, piştî 5 rojan serbest manê, careke din ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate girtin.
Li gorî agahiyan Zendkerîmî di 2’ê Gulanê de, piştî girtina 125 rojan, bi kefaleta 3 Milyar Tumenî hatibû berdan. Di dema girtinê de Zendkerîmiyê 29 salî ji mafê xwe yê parêzer bêpar hatibû hiştin.
Derbarê sedema dubare girtina Keyvan Zendkerîmî de ti agahî nehatin bidestxistin.
NAVENDA NÛÇEYAN