- Wênesaz Besma Enter dibêje, bi wêneyan mirov dikare hest û çanda xwe bide naskirin û daxwaza wê ew e ku nifşekî xwedî berhem bidin avakirin.
RONÎDA HACÎ / NÎJÎNHA/HESEKÊ
Wênesaz Besma Enter dibêje, bi wêneyan mirov dikare hest û çanda xwe bide naskirin û daxwaza wê ew e ku nifşekî xwedî berhem bidin avakirin.
Bi dirûşmeya “Afirînerên avaker ên israr û serkeftinê” Tevgera Hîlala Zêrîn a kantona Hesekê bi koordîneya Komîteya Çandê ya Kantona Hesekê pêr pêşangehek vekir. Li pêşangehê doh jî dewam kir. Tê de gelek berhemên hunermendên ciwan jî hatin nîşandan.
Mamosteya şêwekariyê Besma Enter der barê giringiya hûner û pêşangehê de dibêje, vekirina pêşengeha wênesaziyê yek ji xebatên pîroz ên tevgera Hîlala Zêrîn a Kantona Hesekê ye: “Ev salek e, navend hatiye vekirin û ev pêşengeha yekemîn e, vekirina wê gaveke pîroz e ji bo parastina çandê û bipêşxistina hunerê zarok û ciwanan. Her wêneyek di vê pêşengehê de watedar e. Dema mirov wêneyekî xêz dike, diçe cîhaneke cuda, bi hestê xwe ew cîhan di wêneyan de diyar dibe. Daxwaza me ji malbatên zarokan heye ku zarokên xwe ji huner mehrûm nekin û rê li ber bipêşketina wan vekin. Xêzkirin şaristanî û çandeke pîroz e, pêwîst e bi vekirina pêşengehan, derfetê bidin her wênesazekî da ku karibe berhemên xwe tê de pêşkeş bike.”
Nexaqsim zarokan teşwîq bikin
Şagirt Sîmav Hesen, malavahiya Hîlala Zêrîn kir ji ber derfet daye wan ku xwe bi pêş bixin û karibin berhemên xwe pêşkeş bikin: “Beriya ez werim Hîlala Zêrîn, li vir perwerde bibim, bingehekî min di xêzkirinê de hebû lê têrê nedikir ku ez baş xwe îfade bikim. Piştî ku ez hatim Hîlala Zêrîn û mamosteya min, ez fêr kirim, ez pirr bi pêş ketim û min wêneyên pirr xweş xêz kirin. Wêneyê ku min xêz kir, dapîra min e, min xwest bi rêya vî wêneyî, di ruyên dayika xwe de keda wê nîşan bidim. Her wiha girêdana wê bi cil û bergên wê yên folklorî ku heta roja îro li xwe dike û diparêzejî min xwest nîşan bidim. Ez ji her malbatekê re dibêjim, bila berhemên zarokên xwe neçewisînin û piştgiriyê bidin wan da ku xwe bêhtir bi pêş bixin.”
Bedewiya jinê dewlemendî ye
Şagirt Ehmed Xemîs bi wêneyên xwe xwestiye xweşikbûn û estetîka jinê ya ruhî derxîne pêş: “Min min xwest di vî wêneyî de bidim diyarkirin ku xweşikbûna rast a ruhê mirovan e ya hişmendiya wan e. Ji bo ku mirov bibe wênesazeke serketî pêwîst e di vî aliyî de dewam bike û xwe jê qut neke.”
Doh endam û rêveberên saziyan jî li pêşangehê geriyan.