• Hêzên YJA Starê li Serhedê û li Metîna derb li hêzên dewleta Tirk a dagirker xistin û gelek dagirker kuştin. Hêzên dagirker li Metîna, Avaşîn û Zê jî li cihê lê ne, bist bûne.  

Gerîlayên YJA Starê li Serhed û Metînayê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî kirin. Di van çalakiyan de bi zelalî 11 dagirkerên Tirk hatin cezakirin. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriya Tirk daxuyaniyek da. HPG’ê got,“19’ê Çile, hêzên dagirker li devera Demîrkapi ya li herêma Gilîdaxi ya Eyaleta Serhedê dest bi operasyoneke berfireh kiribû. Dema ku hêzên dagirker li deverê lêgerîna û xebatên venêrînê dikir, hêzên me bi çalakiyeke sabotajê li wan da. Di vê çalakiyê de dagirkerek hat kuştin, 3 jî birîndar bûn. Ev hêza operasyon 28’ê Çileyê bê encam vekişiya.

9’ê Nîsanê hêzên me yên dema li devera Gilîdaxê ya Eyaleta Serhedê li ser erka xwe bûn, wêneyên wan ji aliyê mekîneyên wênegir ên li herêmê bicihkirî ve hatin girtin. 11’ê Nîsanê hêzên me yên YJA Starê ketin kemînê, şer qewimî û di şerî de 2 dagirker hatin cezakirin. Ti kuştî û birîndarên hêzên me çênebûn.

26’ê Nîsanê li devera Hallac a devera Gilîdaxê ya Eyaleta Serhedê hêzên me bi yekîneyeke dagirker hisiya û ew xist kontrolê. Saet 16:30’î hêzên me ji 4 baskan ve bi kordîneyî li wan dane. Li vir bi awayekî zelal 5 dagirker hatin cezakirin, 3 jî birîndar bûn. Saet 00:00’an jî, dagirkeran devera çalakiyê bi helîkopterên şer bombe kir, kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorskyî ji qadê dûr kirin.

Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê

HPG´ê li ser çalakiyên di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de jî got, "Hêzên me yên YJA Starê 16’ê Gulanê saet 16:40’î li dijî leşkerên dagirker ên li Girê Azad ê devera Koordîneyê ya Herêma Metînayê çalakiyek kir. Di vê çalakiyê de çeperekî dagirkeran bû hedef û 2 dagireker hatin cezakirin, 3 jî birîndar bûn.
Dagirkeran piştî çalakiyê devera Koordîne, Deşîşê, bejahiya Gundê Serêro bi obusan bombe kir."

Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosan

Li ser çalakiyên di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosan jî HPG´ê ev agahî dan: "16’ê Gulanê saet 13:30’î dagirkeran xwest li Dola Konferansê ya Herêma Avaşînê bi cih bibin. Li vir li ser hev bi çalakiyên sekvanî û çalakiyên din li dagirekeran hat xistin. Saet 18:00’an jî dagirkerên xwestin bikevin çeperên şer jî bûn hedef û derb li wan hatin xistin. Li vir bi zelalî dagirkerek hat cezakirin. Dagirkerên ku derb xwarin, qedemeyekê vekişiyan.”

BEHDÎNAN