Keştiya azadiyê

Duşem 8 Mijdar 2021 - 22:50

  • Keştiya Azadiyê îro berê xwe da Napolî. Ew 12´ê Mijdarê digihîje Napoliyê û li wir wê bi awayekî girseyî bê pêşwazîkirin. Beşdarên çalakiyê dixwazin fikrên Ocalan bi dinyayê bidin bihîstin û doza azadkirina wî jî xurttir bikin.

BARIŞ BALSEÇER / ATÎNA

Keştiya Azadiyê îro ji Yewnanistanê dide rê û wê biçe Îtalyayê. Keştî doza azadiyê ji bo Rêber Abdullah Ocalan dike. Keştî wê 12´ê Mijdarê yanî roja ku di encama Komploya Navneteweyî de Ocalan çûyî Îtalyayê wê bigihîje bajarê Îtalyayê Napoliyê. 
Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re bi navê “Êdî wext e - Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Aştî” kampanya dabû destpêkirin.

Di çarçoveya vê kampanyayê de niha çalakiyeke cihêreng tê organîzekirin. Ji Elmanya, Fransa, Swîsre, Brezîlya, Spanya, Swêd, Yewnanistan, Îtalya û Ingilîstanê, akademîsyen, hunermend, nivîskar, parêzvanên aştiyê, nûnerên tevgera jinan û aktîvîst wê li Keştiya Azadiyê suwar dibin û îro berê xwe didin Napoliyê. Keştî ji bendera Lavrio dide rê. Keştî wê 12 Mijdarê li Napoliyê bi awayekî girseyî bê pêşwazîkirin. 12´ê Mijdarê jî salvegera 23´yan a çûna Rêber Abdullah Ocalan a Îtalyayê ye.Keştiya Azadiyê dixwaze fikrên Ocalan bigihîne her kesî. Di dema rêwîtiyê de paradîgmaya Ocalan, felsefeya wî û kampanyaya Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî wê bên minaqeşekirin. 

Helwêsta Yewnanistanê hev negirt

Ji Komîteya Çalakiyê ya Keştiya Azadiyê, Nurhak Zelal bal bire ser guzargeha keştiyê û behsa rola Yewnanistan û Îtalyayê di komployê de kir. Zelal bi bîr xist, yek ji sedemên ku Ocalan berê xwe da Yewnanistanê ew bû ku 170 îmze ji parlamenterên Yewnan hatibû berhevkirin û wiha peyivî: "Yewnanistan welatê pêşî bû ku Ocalan jê doza penaberiyê kir. Tevî îmzeyên ji parlamenê jî helwêsta dewletê hev negirt. Ji ber vê jî komployê ji vir dest pê kir.’’

Navenda berxwedanê

Nurhak Zelal got, Îtalya bi xwe ew welat e ku lê Kurdan û dostên wan li dijî komployê bi awayekî topyekun li ber xwe da. Wî got, 12´ê Mijdarê keştî digihîje Îtalyayê û weke wê rojê beriya bi 23 salan jî Ocalan çûbû Îtalyayê. Wî got, "Di keştiyê de ji gelek welatan mirov hene, ji bo ku doza azadiya ji bo Rêbertiyê bi dinyayê bidin bihîstin. Ev cara yekê ye ku ev qas xwepêşandêr wê bi hev re di keştiyekê de sê rojan bi hev re bin.

Di çalakiyê de sê rojan felsefe, paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk a Ocalan wê bê minaqeşekirin.” 

Bi partiyên Yewnan re peyivîn

Kesên ku wê di Keştiya Azadiyê de bin, ji pêr ve diçin Yewnanistanê. Li paytexta welêt Îtalyayê komeke çalakiyê bi partiya muxalefetê ya sereke SYRIZA, û partiyên LAE (Yekîtiya Gel) û NAR (Tevgera Nû ya Çepgir) re hevdîtin kirin. Di hevdîtinan de koma çalakiyê ji aliyê Yewnan xwestin ji bo azadiya Rêber Ocalan bi berpirsiyariya xwe rabin. 

Di hevdîtina bi LAE´yê re fîlozof û nivîskarê Îtalî Salvatore Malinconico û Hevserokê KCDK-E´yê Yuksel Koç, Nursel Aydoğan û Leyla Îmret amade bûn. Malinconico her wiha di Komîteya Azadî ji Ocalan re ya Îtalyayê de ye. Wî got, ew ji bo ku PKK ji lîsteya rêxistinên terorê jî bê derxistin dixebitin û ji LAE´yê xwest destekê bide wan. 

Sekreterê LAE´yê û Wezîrê Berê yê Hawîrdorê Dimitrsi Stratoulis got, "Weke partî em doza azadiya Ocalan dikin û ji bo wê dixebitin. Mêvandariya çalakiyeke bi vî rengî jî ji bo me cihê serfiraziyê ye."

Baskekî din ê heyeta çalakiyê, bi rêxistinên civaka sivîl re rûnişt. Ew bi Tevna Mafên Siyasî û Civakî (DIKTIO) re rûnişt. Parêzer Stefano Mannironi li ser paradîgmaya konfederalîzma demokratîk a Ocalan agahî dan. Serokê rûmetê yê HDP´ê Ertugrul Kurkçu jî bal bire ser tecrîdê û bikaranîna sîlehên kîmyewî li dijî Kurdan. Ji DIKTIO’yê Gianopulos Nikos got, nabe ku esareta Ocalan bê qebûlkirin û wiha dewam kir: "Em miletê Yewnan li cem miletê Kurd in.".

Beşdar kî ne?

Di nava koma 40 kesî ya çalakiyê de ev kesayetên li jêr hene:

Salvatore Malinconico, nivîskar û fîlozof - Îtalya

Giansandro Merli, rojnamevanê Il Manifesto - Îtalya

Sofia Gabasino, rojnamevana Dinamo Press - Îtalya,

Patrizia Montesanti, rojnamevana Dinamo Press - Îtalya

Stefano Mannironi, parêzer - Îtalya

Maria Mannironi,  seroka Noro ARCI-Îtalya 

Rajaa İbnou Quounain, seroka Sendîkaya Gel CUB´ê,

Josef Karl Heinrich Savary, Bijîşkê Xaça Kesk 

Ignacio Argemi Roca, siyasetvan - Katalanya

Anne Degeneve, siyasetvan - Katalanya 

Maria Florencia Guarche, akademîsyen - Brezîlya 

Nathalia Benavides - Arjantîn, 

Benedetta Luisa Carolina - Îtalya 

Richard Wilde - Elmanya 

Lotta Sprenger - Elmanya 

Marie Hélène Sauloy, derhêner - Fransa 

Antoine Cuche, kameraman - Fransa

Adriana Masmitja Marin - Katalanya 

Turhan Yapıştıran, muzîkjen; Yalda Abbasi, muzîkjen; Fatemeh Esmaeilian Zare, muzîkjen; Îmam Huseyin Yildiz, Hevserokê

NCDK a Holandayê; Farkin Azad, muzîkjen; Ertugrul Kurkçu, serokê HDP´ê yê rûmetê; Nursel Aydogan, parlamentera berê ya

HDP´ê; Leyla Îmret, şaredara berê ya Cizîrê; Besîme Konca, parlamentere HDP´ê ya berê; Yuksel Koç, hevserokê KCDK-E´yê;

Naciye Demir, Elmanya; Eyup Doru, nûnerê HDP´ê li Spanyayê; Hevidar Heval; Slyvie Jan; Anja Flach; Michèle Laurent; Eleftheria

Psychogiou.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.