- Hunermendê Kurd ê navdar Mihemed Mamlê ji vir beriya 25 salan ji nava xelkê Kurd bar kir. Lê stran û awazên wî yên resen ku nîşaneya folklora dewlemend a Kurdî bûn, her man li ser zar û zimanê xelkê Kurd.
Hunermendê Kurd Mihemed Mamlê, ku weke “Mamlê” jî tê nasîn, beriya 25 salan wefat kir. Mamlê di sala 1925’an li Mehabadê hatibû dinyayê û herî dawî dîsa di sala 1999’an de li Mehabadê ji vê dinyaya gewrik xatirê xwe xwest. Lê stran û sirûdên ku wî gotibûn, ti carî nehatin jibîrkirin û dengê Mamlê her zindî ma di nav xelkên Kurdistanê de. Li gorî hin agahiyan qederê 700 berhemên Mamlê hene ku ji vana 300 berhem ji hêla wî bi xwe ve hatine hilberandin. Ev berhemên Mamlê hemû di pirtûka wî ya “Yadî Bexêr” de hatine komkirin û ev pirtûk ji hêla muzîkê ve çavkaniyeke bêhempa ye.
Mihemed Mamlê gava zarok bûye di bin tesîra bavê xwe de maye. Ji bavê xwe Seîd Mamlê fêrî gotina stranan bûye û gava ew hinekî din mezin dibe, dibe ciwanek jî vê carê di bin tesîra birayê xwe Husên Mamlê de dimîne. Lê wekî din Mamlê ji du helbestvanên mezin ên weke Hejar û Hêmîn Mukriyanî jî sûdê werdigire û helbestên wan dike stran. Stranên bi navê “Laye laye”, “Exter” û “Kurd im emin” jî berhemên wan salan in. Mihemed Mamlê ji ber kurdayetiyê gelek caran hatiye girtin û di zindanên desthelatdaran de jî maye. Ew di Sibata sala 1948’an de ji ber helbesteke Hejar Mukriyanî kiriye stran, tê girtin.
Bi şaşîtî navê malbatê dibe ‘Mamlê’
Navê Mamlê ji ber şaşiyeke di dema tormarkirina nav de çêbûye, ev navê herêmî ji bo malbata wan maye. Dema ku navê Mam Elî weke Mamlê tê tomarkirin, ev jî dibe nasnavê vê binemalê. Mihemed Mamlê, xwendina seretayî li Dibistan Pehlewî û Seadet a Mahabatê temam kir. Her çiqas di nava malbata Mamlê de çend hunermend û dengxweş hebûn jî, lê yê herî derketî pêş Mihemed Mamlê ye. Piştî mirina bavê wî û birayê wî Mîrza Hisênî, Mamlê karî nûnerê hunerî yê vê malbatê 50 salan bi awaz û stranên Kurdî dewam bike.
‘Daye giyan’ yek ji şahkara wî ye
Xelkê ji Mihemed Mamlê li Mehabadê û gelek herêmên din ên Kurdistanê gelekî hez kir. Ji xwe, ew jî stranbêjê xelkê xwe bû. Gava ku wefat dike, xelk cenaze ji malbatê distîne û dibêje, Mamlê yê Kurdistanê hemûyî ye. Ji lewma cenazeyê wî bi awayekî girseyê li goristana Mehabadê “Bûdak Siltan”ê tê veşartin. Strana bi navê “daye giyan bigrî li ser xakem” ku ji bo diya şehîdekî Kurd gotiye û her wiha strana bi navê “Royî bi cihêyî hiştim” du ji wan stranan in ku rê li ber Mamlê vekirine û weke şahkarên wî tên zanîn.
Xelatên Mamlê
Navenda Hunerî ya Mamlê ji sala 2010´an ve her sal Xelata Hunerî ya Mamlê dide hunermendekî. Sala 2010´an Qala Merre hêjayî vê xelatê hatibû dîtin. Her wiha Ezîz Şaroxî û Ebas Kemendî jî hêjayî xelata Mamlê hatine dîtin. Sala 2014´an Nasir Rezazî ev xelat wegirtibû. Di sala 2017’an de jî hunermend Mezher Xaliqî ev xelat wergirtibû. Xelîl Xemgîn jî sala 2018´an hêjayî xelatê hatibû dîtin. Sala 2019´an hunermendê ji Kirmaşanê Husên Sefamenêş ev xelat wergirtibû. Di sala 2021’ê de jî kemanjênê navdar Dilşad Seîd heman xelat wergirtibû.
NAVENDA NÛÇEYAN