Kesên bi şaşik û potînên leşkerî?

Çarşem 4 Sibat 2026 - 02:30

Piştî êrişên çeteyên HTŞ, DAIŞ û dewleta Tirk li ser Rojava, Kobanê hate dorpêçkirin. Li navçeya Pirsûs a Rihayê ku li ser sînorê Kobanê ye, kesên balkêş li navçeyê digerin. Li navçeya Pirsûsê kesên bi şaşik û cibê digerin. Di dîmenan de hate dîtin ku kesên digerin zarokên 15-16 salî ne, potînên leşkerî li xwe kirine û di nava montên xwe de tiştekî vedişêrin. Herwiha li taxa kesên li taxa Elîgor digerin bi çente ne, diçin gundên ser sînor û bi leşkeran re diaxivin. Têkildarî mijarê bi gel re hate axaftin, gel diyar kir ku ew van kesên li Pirsûsê digerin nas nakin, piştî dorpêça li ser Kobanê ev kes hatine navçeyê bi Erebî diaxivin û xwe dûrî gel didin, bi gel re naaxivin.

MA/RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.