Bi deh hezaran kes herikîn sînor
Pêncşem 22 Çile 2026 - 14:12

Li ser banga Platforma Saziyên Demokratîk, li dijî êrişên çeteyên HTŞ, DAIŞ û dewleta Tirk, bi deh hezaran kes li navçeya Pirsûsê ya Rihayê kom bûn. Girseyê xwest ber bi sînorê Kobanê ve bimeşe, lê polêsên Tirk bi bombeyên gazê êriş kir. Bi deh hezaran kesên li Meydana Cumhuriyetê kom bûn, tevî êrişan jî bi dirûşmên “Bijî berxwdana Rojava”, “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” ber bi sînorê Kobanê ve meşiyan. Polîsan bi bombeyên gazan xwest girseyê asteng bikin. Lê bi deh hezaran welatî, tevî êrişê û barîna berfê jî hewl didin xwe bigihînin ser sînor. Piştî êrişa polîsan, li hemû kolanên Pirsûsê berxwedan dest pê kir.
MA/RIHA















