Rojava dilê Kurdistanê ye

Şemî 25 Çile 2025 - 02:35

Dayikên ku li ser sînorê Kobanê li dijî êrîşan di nobedê de ne banga xwedîderketina li Rojava kirin û gotin:” Rojava dilê gelê Kurd û Kurdistanê ye. Eger Rojava bi ser bikeve wê gelê Kurd bi temamî bi ser bikeve.”

Dewleta Tirk ji 8'ê Kanûnê û vir ve êrîşê dibe ser Bendava Tişrînê û derdora wê ku li başûrê bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Bi zêdebûna êrîşan re gel li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê û navçeya Pirsûs a Rihayê dest bi çalakiya nobedê kir. Çalakiya ku li dijî êrîşan destpê kir, bi nobeda li ser sînorê Kobanê û Qamişloyê re li gelek bajaran belav bû. Çalakiyên ku 9'ê Çileyê destpê kirin wê heta 31'ê Çileyê dewam bikin.

Dayikên ku li ser sînorê Kobanê li dijî êrîşan di nobedê de ne axivîn.

Rojava ji bo her tişt e 

Nesîbe Kuçukkiliç: Rojava niha di bin zilmê de ye û em vê zilmê qebûl nakin. Ji bo ev zilm biqede em li vê derê ne. Em ji mirinê natirsin, lê belê ew ji cenazeyên me jî ditirsin. Rojava ji bo me her tişt e; Rojava ji bo me Rêbertî ye.

Bila êriş biqedin

Rahîme Kizilkaya: Em aştiyeke bi xwişk û biratiyê dixwazin. Ya ku li Rojava tê kirin zilm e. Em ji bo aştiyê li vê derê ne; ji bo jiyaneke wekhev têdikoşin; ji bo zarokên xwe têdikoşin. Rojava em in! Em dixwazin êrîşên li ser Rojava tavilê biqedin. Em dixwazin êdî aramî bê Rojava.

Divê kurd li Rojava xwedî derkevin

Meryem Soylû: Gelê Kurd û her kes divê xwedî li Rojava derkeve. Yên ku ji aliyekî destê aştiyê dirêj dikin, ji aliyê din ve jî êrîşî Rojava dikin. Em vê yekê qebûl nakin. Jin û zarokan qetil dikin. Navnîşana çareseriyê diyar e. Navnîşana aştiyê Rêberê Kurdan Birêz Ocalan e. 

Rojava dilê Kurdistanê ye

Şahîle Gulten: Ji bo êrîşên li ser Rojava biqedin em li vê derê ne û têdikoşin. Hûn aştiyê tenê dikarin bi Kurdan re bikin, lewma divê êrîş bisekinin. Rojava dilê gelê Kurd û Kurdistanê ye. Eger Rojava bi ser bikeve wê gelê Kurd bi temamî bi ser bikeve.

ANF/RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.