SERHED BOTAN
Weke tê zanîn di şeva 10’ê Sibatê diqulibe 11'ê Sibatê de artêşa Tirk a dagirker êriş bire ser herêma Garê ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê. Dema êriş anîn, wezîrê wan ên şer derket û got, wan operasyona "pençe nizanim çi" dest pê kiriye. Medya hevkar û servîsa wan şerê taybet ketin amadebaşiyê da ku weşana zindî organîze bikin. Hê çend saetên destpêkê derbas nebûn ku wan bi xwe jî zanî sala wan ji bihara wê diyar e. Lewma zimanê xwe xistin qirka xwe û çend rojan bê navber jîmnastîka ji bo çêkirina "dereweke baş!" kirin.
Welhasil, piştî vê gurmegurm û teq û reqê hemûyî, ne tenê nekarîn yek gavê bi pêş ve biçin, heta ketibûn nava hizra, bê ka çawa dikarin xwe ji nav ‘Pençeyên Gerîla’ rizgar bikin. Hew bû ku roja çaran bi mêş û zirkêrteyên xwe karîn yên ji ber pençeyên tîj ên gerîlayan mabûn, rakin, bibin. Lê em dizanin ku yên li gel xwe birîn jî ji xwe ye, yanî êdî tu xêreke wan nemaye; pêşniyaza min hema nebe baştir e.
Şefê faşîst û wezîrên wî yê devpîs û tirsonek piştî wê bi xwe derket û li xwe mikur hat, û got, “Wa ye, me wer dizanî her der deşt e! Lê me nezanî binê me teşt e, ku ev jî kun bûye û wa ye em noq dibin.”
Pesnê gerîlayan dan
Zirneyên wan jî piştî çar rojan ku hema bêje li ber fetisînê bûn - ji ber ku zimanê xwe xistibûn qirka xwe - û piştî evqasî jîmnastîka derewçêkirinê ku di vê navberê de em ji wan re bêjin "qewet be ji we re!" hatin ser dikê û gotin; “Yê ew şikeft çêkirine, encax Endazyarê Metroyê be.” Behsa gerîlayên xwîngerm, zana û berxwedêr dike. Bawer dikim ku pîpirka zirneya şerê taybet xirab bûye, ji ber ku vê carê ji bîr kirin ku li şûna pesnê xwe bidin ka çawa bibinketinê weke serketinê nîşan bidin, pesnê pisporiya gerîlayan dan. Ka em dîsa vegerin ser mijara xwe û zêde dûr neçin. Wan ji ber nezanîn çibikin û ti hinceteke di destê wan de nîne ku binketina xwe veşêrin, lewma rabûn û leşkerên xwe yên di destê gerîla de bûn, bi şiklekî bê exlaq kuştin û bi vî rengî xwestin hewl bidin, rastiya binketina xwe veşêrin. Lê nizanin êdî kes li ber zirneyên wan nareqise.
Derewa 'Made in Turkey' qelp e
Bêguman ew rewşa wan a kavil û perîşan ji aliyê her kesê ve hat dîtin û tê zanîn. Îro hevkarên wan di serî de Emerîka jî êdî nekarî ji derewa ‘Made in Turkey’ bawer bikin û xwedî lê derkevin. Ya girîng pirsa ‘çi bû sedema wê bipêşketinê’ ye. Hema yekser bersivê bidim; berxwedanî, fedakarî, îrade, hezkirin û pisportiya gerîlayên azadiya Kurdistanê ye û ji Rêberê xwe fêr bûne; koka xwe ji çanda berxwedanê ya gelê Kurd ê kevnar digire.
Eger em li dîroka şer û berxwedana gerîlayên azadiyê temaşe bikin, em ê pir bi hêsanî bibînin ku gerîla heman hêz e ku di her şert û merca zehmet û şerên ne wekhev de derbên mezin li dijminan xistiye. Wisa kiriye ku îro heger dron û balafir nebin, leşkerên Tirk wê nikaribin biçin tuwaletê û wê bi xwe de bikin. Di wan çend salên dawiyê de ango piştî dagirkirina Efrînê, Serêkaniyê, Girê Spî, Xakûrkê wer bawer kirin ku dikarin hema wisa pêde biçin. Ew israra Tirkan a li hemberî gerîlayên azadiyê dişibe vê gotina pêşiyan: Xanî li ser cemedê çêkirine.
Vêca li ber germahiya berxwedana gerîla cemed dikare xwe bigire gelo!? Bawer dikim, heger mirov bibêje, li ser rûyê erdê ti hêzek mîna ya Tirkan nîne ku bi derewên xwe yên mîna paşnavê zirnejen ‘soysuz’ ewqasî bawer bike, wê ne zêde şaş be.
Kurt û kurmancî, artêşa Tirk a dagirker piştî bibinketina li hemberî gerîlayên azadiya Kurdistanê ya li Garê, dîn û har bûye. Niha jî nizane çawa wê binketina xwe veşêre. Vê carê li vê derê dixwazim gotineke din a pêşiyên me bibêjim da ku rewşa dewlet û artêşa Tirk ya niha bi başî were fêmkirin. Pêşiyên me dibêjin, 'Gûyê xwe di bin berfê de veşartin'. De vêca, ji wê xweştir bawer nakim mirov karibe vê îfade bike.