Hunermend Hesen Şerîf ku ji gundê Kêsteyê ye, li ser berxwedana li Kêsteyê bi sernavê 'Zinarê Serbilind' stranek amade kir. Hesen Şerîf bal kişand ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û got, li dijî dagirkeriyê divê Kurd bibin yek.
Hunermend Hesen Şerîf têkildarî strana xwe ya nû ‘Zinarê Serbilind’ û hewldana dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê ji ANF’ê re axivî û got: “Zinarê Serbilind çiyayekî herî bilind ê herêmê ye û ji çiyayê Garê û Metîna jî bilindtir e. Ez bi xwe ji wî gundî me. Warê bav û kalan e. Timî bi hunera xwe min xwestiye ez bibim dengê gelê xwe û timî min hunera xwe pêşkêşî gelê xwe, azadî, aştî, wekhevî û yekitiya Kurdan kiriye.”
Divê Kurd ji hev re bi hurmet bin
Şerîf diyar kir ku di her alî de xaka Kurdistanê di hedefa dagirkeriya dewleta Tirk de ye û got: “Li dijî dagirkirinê divê xeteke neteweyî û biratiyê hebe. Divê em hevdu neşikênin û rêz ji hev re bigrin. Li seranserî Rojhilata Navîn û Cîhanê Kurd aktorê herî girîng û serekene. Kurdan ev yek bi têkoşîn û berxwedana xwe îspat kiriye. Gelê Kurd, gelekî aştîxwaz, mirovperwer e. Li Rojhilata Navîn Pêşmerge, Şervanan û Gerîlayan berevaniya mirovahiyê kir. Ev tiştekî gelekî girîng û bi wate ye. Ji bo vê yekê divê Rêberên Kurdan, partiyên Kurdan û mezinên Kurdan rêzeke mezin ji bo xebat û têkoşîna hev bigrin.”
Min hêrsa xwe anî ziman
Şerîf bibîrxist ku gelek caran gundên Kurdistanê li ber çavên her kesî hatine valakirin û şewitandin û got: “Gundê ku min di stranê de balê kişandiye ser, di sala 1976-1977’an de ji aliyê Saddam Huseyînê xwînmêj ve hate valakirin û şewitandin. Dema ku min dît gundê me tê bombebarankirin salên 1976’an hate hişê min. Her wiha Enfal û komkujiyên Behdînan, Germiyan, Qelediz, Barzan, komkujiya Dersîm, Zîlan û Efrînê hate hişê min. Gava ku mirov hunermend yan jî nivîskar be, yan jî çi dibe bila bibe ger bi wijdan be, divê mirov li dijî vê bombebaranê û dagirkirinê rawest e. Ev ji bo min kela girî û xemeke herî mezin e. Min jî xwest bi vê stranê nerazîbûn û hêrsa xwe bînim ziman.”
NAVENDA NÛÇEYAN